DÎDF: Divê dewleta Elman li dijî nîjadperestan tavilê tedbîran bigire

DÎDF'ê der barê êrîşên li Elmanyayê yên li dijî penaberan de daxuyaniyek da û got, "Li hemberî komên êrîşî koçberan dikin an jî di nava plana êrîşê de ne, divê tavilê tedbîrên bi bandor werin girtin."

DÎDF'ê der barê êrîşên li Elmanyayê yên li dijî penaberan de daxuyaniyek da û got, "Li hemberî komên êrîşî koçberan dikin an jî di nava plana êrîşê de ne, divê tavilê tedbîrên bi bandor werin girtin û bi awayekî tund werin cezakirin."

Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di serî de Heîdenaû û Naûen li gelek deveran êrîş li hemberî wargehên nû yên ji bo penaberan hatine amadekirin lê belê hînê neketine meriyetê, tê kirin. DÎDF'ê ragihand ku ev yek nîşan de bê Elmanya, koçber û penaber di dema pêş de bi xeteriyeke çawa re rû bi rû ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komên Neonazî yên dest bi ço, bi pevçûna li hemberî polîsan re hewl didin êrîşî penaberan bikin. Ev yek nîşan dide ku şîdeta nîjadperestan bûye xwedî karaktereke girseyî. Ji ber vê yekê, pêwîste dewlet bi awayekî lezgîn, li dijî komên nîjadperest-faşîst dest bi têkoşîneke bi bandor bike" û destnîşan kir ku birina koçberan ji bo bajar û bajarokên penaber lê kêm in, wê bibe sedem ku hîn bêhtir rastî terora nîjadperestan werin.

DÎDF'ê da zanîn ku ji ber vê yekê divê dest ji polîtîka birina penaberan ji bo van bajar û bajarokên were berdan û got, "Li hemberî komên êrîşî koçberan dikin an jî di nava plana êrîşê de ne, divê tavilê tedbîrên bi bandor werin girtin. Divê hêzên antî faşîst ên li dijî nîjadperestan dadikevin meydanan, bes werin terorîzekirin.

Eger ev neyê kirin, weke bûyerên salên 1990'î dibe ku şîdeta li hemberî koçber û penaberan a mîna li Solîngen, Molln, Rostock û Hoyerswerda dubare bibe."