Li Lubnanê 'krîza çopê' çareser nabe
Li paytexta Lubnan Beyrûdê, hewldanên hikûmetê yên ji bo rizgariya ji krîza 'nelirêtî' û 'çopê' careke din bê encam man.

Di civîna Desteya Wezîran a duh 5 saetan dewam kir de, ji krîza çopê ya ji dawiya hefteyê û vir ve bandor li welêt kiriye, çare nehat dîtin. Di encama civînê de biryar hat dayîn ku îhaleyeke xwedî maliyeta giran a pêr hatibû erêkirin, bê betalkirin.
Di dema pêkhatina civîna Desteya Wezîran de bi sedan kesan xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.
Bi armanca pêşîgirtina li xwepêşandanan, bi fermana Wezîrê Karên Hundir blokên ji beton li ser rêyan hatin bicihkirin. Lê li ser daxwaza Serokwezîr Tammam Salam ev blok hatin rakirin. Xwepêşandêr van blokên ji beton weke 'dîwarê şermê' dibînin.
Li Beyrûdê, ji ber ku tekane şîrketa berhevkirina çopê di nava meha Tîrmehê de karê xwe da sekinandin û yek ji navendên depokirina çopê hat girtin, li kolan û zikakên paytext Beyrûdê bi sergoyên mezin tijî bûn. Ji ber ku ev pirsgirêka ev du meh in hikûmet jê re çareyê nabîne gefê li tenduristiya mirovan dixwe, welatî nerazîbûnê nîşan didin.
Tevî krîza çopê, ji ber krîza siyasî ya li Lubnanê, hilbijartinên serokkomariyê ev saleke nikare pêk were. Ji ber pirsgirêka li şebekeya avê, qutbûna elektrîkê û karên ne li rê û bertîlê, nerazîbûna gel di asta herî bilind de ye.