Macarîstan wê li dijî penaberan artêşê bi kar bîne

Li Macarîstanê ku bi tenê îsal zêdeyî 100 hezar penaberan xwe gihandê, hikûmet amadekariyan dike ku ji bo pêşî li derbasbûna ji sînoran bigire, artêşê bi kar bîne.

Li Macarîstanê ku bi tenê îsal zêdeyî 100 hezar penaberan xwe gihandê, hikûmet amadekariyan dike ku ji bo pêşî li derbasbûna ji sînoran bigire, artêşê bi kar bîne.

Partiya Serokkomar Vîktor Orban Fîdesz ku bi polîtîkayên xwe yên rast-populîst tê naskirin, bi serlêdana parlamentê re dixwaze li hemberî herikîna penaberan, yekîneyên artêşê werin wezîfedarkirin.

Endamê Fîdesz û Alîkarê Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî ya Parlamentê Szîlard Nemeth got, "Ji bo ewlekariya sînor û wezîfeyên der heqê penaberan de hikûmet dixwaze bibe xwedî serlêdana li artêşê." Nemeth pevçûna duh a li bajarê Roszke ya di navbera polîs û penaberan de hincet nîşan da û got, "Koçberên îllegal bêhtir êrîşkar dibin."

Li Roszke ya li ser sînorê Sirbîstanê gelek kesên li kampa penaberan nexwestibûn şopa tiliya xwe bidin û polîsên xwestin derketina penaberan a ji kampê asteng bikin, bi bombeyên gazê dest li penaberan werda bûn.

Tê payîn ku daxwaza hikûmeta Macarîstanê di hefteya pêş de di rûniştineke taybet a li parlamentê de bê nirxandin. Di vê rûniştinê de her wiha wê zêdekirina cezayên li ketina qaçaxî ya ji sînor û tedbîrên nû yên li hemberî bûyerên şîdetê, werin nrixandin.

Di vê navberê de, tê texmînkirin ku dîwarê bi têlan ê ji aliyê Vîktor Orban û partiya wî Fîdesz ve li ser sînorê Sirbîstanê tê çêkirin, di dawiya vê mehê de biqede.