Hejmara bêkarên li Fransayê bi tenê bi 2.500 kesan kêm bû

Hikûmeta Sosyalîst a li Fransayê, ji polîtîkaya xwe ya kêmkirina hejmara bêkaran, ku armanca xwe ya herî girîng e, encama jê dixwaze bi dest naxe.

Hikûmeta Sosyalîst a li Fransayê, ji polîtîkaya xwe ya kêmkirina hejmara bêkaran, ku armanca xwe ya herî girîng e, encama jê dixwaze bi dest naxe.

Gulana 2012'an dema destpêkirina wezîfeya Serokkomarê Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande û vir ve, hejmara bêkaran a bi tenê çend mehan daket, di meha Tîrmehê de bi tenê 2.500 kes kêm bû. Li gorî rapora ji aliyê Wezareta Xebatê ve hat weşandin, di kategoriya A de ku mirovên di vê kategoriyê de bi temamî bêkar in, di meha Hezîrane de ji sedî 0,1 kêmbûn çêbûye.

Hejmara mirovên mehane zêdeyî 78'an dixebitin ên kategoriyên B û C, 14 hezar 800 kes zêde bûne.

Hejmara giştî ya bê karên li xakên Fransayê, 5,7 mîlyon e. Hêjayî gotinê ye, Serokkomar Françoîs Hollande soz da bû ku heta dawiya sala 2016'an wê bekarî bikeve trenda kêmbûnê û eger ev nebe, ew ê di hilbijartinên 2017'an de nebe namzet.