CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Swêdê 55 hezar kron 'tazmînata tîqetîq' da xwendekarekê
Saziya bi navê 'Kammarkollegiat' a ser bi Wezareta Maliyeyê ya Swêdê, ji ber tîqetîqa hevalê li kêlekê rûniştî zerar da guhê wê, biryar da 55 hezar kron tazmînatê bide xwendekarekê. -
Îran: Ji bo S-300'î peymana bi Rûsyayê re nêz e
Îran ku bi saya peymana atomê ya bi welatên Rojavayî re kir ji beşeke girîng a pêkanînan rizgar bû, dest bi xurtkirina kapasîteya parastinê ya artêşê kir. -
Meha Tîrmehê di asta rekorê de koçber herikîn Ewropayê
Di herikîna penaberan ber bi welatên Ewropayê de, meha Tîrmehê rekor şikand. Di vê mehê de li gorî par bi sê qatan zêdetir penaber hatin. Li gorî meha bihurî jî bi rêjeya ji sedî 50 hatina penaberan zêde bû. -
Der heqê medyaya jiyana rehîneyan xist xeteriyê de doz hat vekirin
Xebatkarê çapxaneya ku berpirsyarên komkujiya Charlîe Hebdo birayên Koûachî ket hundirê wê Lîlîan Lepêre, der heqê radyoyek û du qenalên televîzyonê de bi hinceta 'jiyana wan xistiye xeteriyê' doz vekir. -
Ji nîv mîlyon gêrîkan banga 'alîkariyê' li Merkel hat kirin
Nûnertiya Rêxistina Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) a Elmanyayê, li bexçeyê heywanan ê li bajarê Kolnê, çalakiyeke ne ji rêzê lidar xist. -
Fransa: Lêgerîna li enqazê balafira Malezyayê hat sekinandin
Hat ragihandin ku lêgerîna li girava Reûnîon a Fransayê ya ji bo dîtina balafira Malezyayê ya par winda bû, hat sekinandin. -
Li Sûdana Başûr 200 hezar kesan xwe li NY girtin
Li Sûdana Başûr, ji muzakereyên ji bo qedandina şerê navxweyî yê 20 mehên dawî, ti encam nehat bidestxistin. Li gorî NY, hejmara sivîlên ji şer reviyane û xwe li kampan girtine gihaştiye 200 hezarî. -
Handelsblatt: Tê payîn 750 serlêdanên penaberiyê li Elmanya bên kirin
Di serledanên penaberiyê yên li Yekîtiya Ewropayê de, Elmanya serkêşiyê dike. Tê payîn ku heta dawiya vê salê, hejmara penaberên serî li vî welatî bidin, gelekî zêdeyî texmînan be. -
Skûrletîs: Pêwîstiya Yewnanîstanê bi hilbijartina pêşwext heye
Li Yewnanîstanê, piştî pejirandina paketa alîkariyê ya ji aliyê Eurogroupe ve hat pêşkêşkirin, nêrînên cuda yên di nava Syrîza ya li desthilatdariyê û hilbijartina pêşwext, ket rojevê. -
Li YE serê şexsekî 94 heta 179 kg xurek tê avêtin
Li gorî lêkolînên li ser îsrafa xureka li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), serê her kesî bi qasî 94 heta 179 kîlo xurek, bêyî bê bikaranîn tê avêtin. -
Parêzvanê mafên Afro-Amerikiyan Bond jiyana xwe ji dest da
Parêzvanê mafên reşikan Jûlîan Bond ê DYA'yî di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Başûrê Sûdanê wê muzakereyan bidomîne
Hikûmeta Başûrê Sûdanê da xuyakirin ku hevdîtinên aştiyê wê bidomin û dixwazin roja Duşemê encamekê bi dest bixin. Hat ragihandin ku di hevdîtinan de wê Serokdewletê Başûrê Sûdanê Salva Kîîr cih negire. -
Li Sîrteyê di navbera DAIŞ'ê û komên herêmî de şerekî dijwar qewimî
Hat ragihandin ku li bajarê Sîrte yê Lîbyayê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, komkujiyeke mezin rû daye. -
Elmanya wê hêza xwe ya leşkerî ya li Malî zêde bike
Li Malî, ku di hefteyên dawî de komên Îslamî yên tund êrîşên xwe zêde kirine, nîqaş tê kirin ku hejmara leşkerên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên lê wezîfedar in, bê zêdekirin. -
Drama penaberiyê ya li Yewnanîstanê dewam dike
Li girava Kos a Yewnanîstanê, drama bi hezaran penaberan dewam dike. -
Sûdana Başûr a şerê navxweyî lê heye muzakere sekinand
Li Sûdana Başûr, ku ji dawiya sala 2013'an û vir ve şerê navxweyî lê heye, muzakereyên ji bo bidawîkirina vî şerî bi ser nakevin. Heyeta hikûmetê ya beşdarî muzakereyên li Etiyopyayê dibe, bi hinceta 'mûxatap nedîtiye' xwe vedikişîne. -
Eurogroupe 'paketa alîkariyê' ya ji bo Yewnanîstanê erê kir
Wezîrên maliyeyê yên Herêma Euro, sêyemîn paketa alîkariyê ya ji bo Yewnanîstanê erê kirin. -
Li Ekvadorê greva giştî
Li Başûrê Amerîka welatê Ekvadorê, di greva giştî ya derdorên mûxalîf li hemberî Serokdewlet Rafael Correa dane destpêkirin de, bûyerên şîdetê qewimîn. -
Îstixbarata Elman: Me tespît kir ku Tirkiye çek ji çeteyan re şand
Piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyên Sûriyeyê re di bernameyeke ku di kanala dewletê ya Elmanya ARD de hat weşandin, hat belgekirin. -
KPRF: Bila xurekên qedexekirî ji welatên xizan re bên şandin
Operasyona tinekirina xurekên ji welatên pêkanîn danîne ser Rûsyayê dewam dikin. Kirîna xureka ji 5 welatên din jî hat qedexekirin. -
Ji bo hindikayiyên olî yên li Rojhilata Navîn konferansa navneteweyî tê lidarxistin
Ji bo Xiristiyan û hindikayiyên din ên li Rojhilata Navîn ku bi sed hezaran ji wan ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûn, konferanseke navneteweyî tê lidarxistin. -
Li Srî Lankayê îşkenceya li Tamîliyan dewam dike
Li Srî Lankayê ku bi desteka hêzên navneteweyî re têkoşîna gelê Tamîlê bi hovane hat eciqandin, pêkanînên îşkenceyê 'tevî bidawîbûna şer' dewam dike. -
Hejmara kesên di teqîna li Çînê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 44'an
Hat ragihandin ku hejmara mirovên ji ber teqîna li depoya madeyên kîmyewî ya li bajarê Çîn Tîanjînê jiyana xwe ji dest dan, gihaştiye 44'an. -
Li Bexdayê êrîşa bombeyî: Herî kêm 50 mirî
Li Bexdayê, bi wesayîteke bombebarkirî li qadeke bazarê êrîşekê rû da. Di êrîşê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di teqîna li bajarê Tîanjîn de 17 kes mirin, 400 kes birîndar bûn
Ji ber teqîna li bajarê Tîanjîn ê Çînê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 400 kes birîndar bûn.