Elmanya wê hêza xwe ya leşkerî ya li Malî zêde bike
Li Malî, ku di hefteyên dawî de komên Îslamî yên tund êrîşên xwe zêde kirine, nîqaş tê kirin ku hejmara leşkerên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên lê wezîfedar in, bê zêdekirin.

Li Rojavayê Afrîkayê welatê Malî, hînê ji 50 welatan bi qasî 10 hezar leşker û polîs hene û hewl tê dayîn otorîteya li vî welatî ya li hemberî komên mûxalîf ji hev belav bûye, li ser piyan bê girtin. Piştî ku di hefteyên derbasbûyî de êrîşên li hemberî leşkerên 'Mînûsma' Hêza Aştiyê ya NY û artêşa Malî zêde bûn, şîrove hatin kirin ku ev hêz têrê nake.
Tê gotin ku Hollanda ya 600 leşkerên xwe li Malî heye, ji bo hejmara leşkerên li vî welatî zêde bike serî li Elmanyayê daye û ev mijar li Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Federal hatiye nirxandin. Çapemeniya Elman di nûçeyên xwe de ragihand ku ev daxwaz bi erênî hatiye pêşwazîkirin.
Tê payîn ku yekîneya leşkerên Elman a ji 150 leşkeran, bibe 350 leşker. Yek ji berdevkên Wezareta Parastinê ya Federal der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku zêdekirina hejmara hêza leşkerî wê 'tevkariyeke girîng li pêkhatina aramiya li Malî' bike.
Elmanyayê dema wezîfeyê ya 150 leşker û polîsên xwe yên di nava Mînûsa de, berî çend mehan dirêj kiribû. Wezîfeya van yekîneyan wê di Hezîrana 2016'an de bi dawî bibe.
Di çarçoveya mîsyona NY Mînûsa de ji welatên Fransa, Hollanda, Elmanya û welatên Afrîkayê 9 hezar leşker û bi qasî hezar 500 polîs li Malî wezîfeyê dikin.