Başûrê Sûdanê wê muzakereyan bidomîne

Hikûmeta Başûrê Sûdanê da xuyakirin ku hevdîtinên aştiyê wê bidomin û dixwazin roja Duşemê encamekê bi dest bixin. Hat ragihandin ku di hevdîtinan de wê Serokdewletê Başûrê Sûdanê Salva Kîîr cih negire.

Berdevkê Serokatiyê Ateny Wek Ateny got, "Hewldanên me yên ji bo meşandina hevdîtinên aştiyê wê dewam bikin."

Beriya çend rojan hatibû ragihandin ku hevdîtinên li payteta Etiyopya Addîs Abeba tên meşandin, xitimî bûn.

Muzakere wê ji nû ve destpê bikin, lê belê Serokdewletê Başûrê Sûdanê Salva Kîîr wê beşdarî muzakereyan nebe. Rayedar dixwazin muzakere heta 17'ê Tebaxê bigihêjin encamekê.

Li Başûrê Sûdanê, ji ber şerê di Kanûna 2013'an de destpê kir bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi qasî 2 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn.