Swêdê 55 hezar kron 'tazmînata tîqetîq' da xwendekarekê

Saziya bi navê 'Kammarkollegiat' a ser bi Wezareta Maliyeyê ya Swêdê, ji ber tîqetîqa hevalê li kêlekê rûniştî zerar da guhê wê, biryar da 55 hezar kron tazmînatê bide xwendekarekê.

Saziya bi navê 'Kammarkollegiat' a ser bi Wezareta Maliyeyê ya Swêdê, ji ber tîqetîqa hevalê li kêlekê rûniştî zerar da guhê wê, biryar da 55 hezar kron tazmînatê bide xwendekarekê.

Bûyera ku bi dayîna tazmînatê bi dawî bû, beriya niha bi 2 salan li jîngeha bi navê Almhûltê, li dibistaneke dayikê qewimî. Xwendekareke jin a li dibistana dayikê pratîk dikir, da zanîn ku ji ber tîqetîqa bi dengekî bi bilind a hevalek li kêlekî rûniştî, guhê wê zerar dîtiye û xwest tazmînat jê re bê dayîn. 

Xwendekarê di gilînameya xwe de ragihand ku ji ber tîqeteqîna bi dengê bilind êş ketiye serê wê, deng di guhê wê de vedaye û bi şev nekariye razê.

Di encama serlêdanê de saziya bi navê 'Kammarkollegiat' a ser bi Wezareta Maliyeyê ya Swêdê, biryar da ku 55 hezar kronê tazmînatê bide xwendekara mexdûr.