Di serledanên penaberiyê yên li Yekîtiya Ewropayê (YE) de, Elmanya serkêşiyê dike. Tê payîn ku heta dawiya vê salê, hejmara penaberên serî li vî welatî bidin, gelekî zêdeyî texmînan be.
Li Elmanyayê ku heta dawiya meha Hezîranê zêdeyî 200 hezar serlêdanên penaberiyê lê hatin kirin, tê îdîakirin ku heta dawiya salê wê 650 hezar serlêdan werin kirin. Rojnameya Handelsblattê di nûçeya xwe ya agahiyan dispêre 'derdorên hikûmetê' de, îdîa kir ku texmînên beriya niha 450 hezar bû, wê bigihêje 650 hezar heta 750 hezarî.
Rojnameyê diyar kir ku texmînên nû yên li ser serlêdanên penaberiyê wê roja Çarşemê (sibe) ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maîzîere ve bê ragihandin.
Li aliyê din Serokwezîr Angela Merkel roja Yekşemê di banga xwe ya ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê de xwestibû ku prosedurên penaberiyê li hev bên. Merkel îdîa kiribû ku welatê wê li hemberî herikîna penaberiyê amade ye.
Lê belê tevî van gotinên Merkel jî ji gelek bajaran, ji bo penaberan lojmanên tenduristiyê nîne û ji bo dibistanên berê û garnîzonên leşkerî veguherin wargehên penaberan, xebat didomin.
CSU DIXWAZE PIRSGIRÊKE 'LI CIH' ÇARESER BIKE
Wezîrê Pêşveçûnê Gerd Muller ê ji Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyana ku hevparê biçûk ê desthilatdariyê ye û bi helwesta xwe ya tund a li hemberî penaberan tê zanîn, alîgir e ku alîkarî ji dewletên cîranê welatên şer lê hene, bê kirin. Muller ji Yekîtiya Ewropayê xwest, ku ji bo welatên cîranên Sûriyeyê ji bo penaberan were bikaranÎn, fonekî herî kêm 10 mîlyar euro amade bike.
Muller îdîa kir ku piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê 'krîza herî mezin a penaberiyê' tê jiyîn û di çarçoveya polîtîkaya pêşveçûnê de banga îlankirina 'seferberiyê' kir.
Derdorên YE yên li Brukselê dan xuyakirin ku pêşniyara Muller di hefteyên dawî de hatiye nirxandin û detayên teknîkî û hiqûqî tê nîqaşkirin. Li gorî agahiyên berdevkekî Komîsyona YE ragihand, duh 3,7 mîlyar euro serbest hatiye berdan ku li Sûriye û welatên cîran ji bo penaberan bê bikaranîn.