Eurogroupe 'paketa alîkariyê' ya ji bo Yewnanîstanê erê kir

Wezîrên maliyeyê yên Herêma Euro, sêyemîn paketa alîkariyê ya ji bo Yewnanîstanê erê kirin.

Wezîrên maliyeyê yên Herêma Euro, sêyemîn paketa alîkariyê ya ji bo Yewnanîstanê erê kirin.

Paketa alîkariyê ya ku kredîtoran û heyetên Yewnanîstanê beriya niha li ser li hev kiribûn, duh di civîna bilind a Eurogroupe de hat qebûlkirin. Li gorî vê paketa alîkariyê wê di nava 3 salên pêş de krediya ji 86 mîlyar euroyî were dayîn.

Li gorî agahiyên ji aliyê dîplomatên li Brukselê dan, beşa destpêkê ya krediya ji Yewnanîstanê re bê dayîn, wê 26 mîlyar euro be. Beşa 3,4 mîlyar euroyî ya vê krediyê, divê di 20'ê Tebaxê de li Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) were vegerandin.

Muzakereyên di navbera Yewnanîstan û Herêma Euro, ECB û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ku du hefteyan dewam kirin, di êvara Duşemê de bi lihevkirinê bi dawî bûbûn.