Fransa: Lêgerîna li enqazê balafira Malezyayê hat sekinandin
Hat ragihandin ku lêgerîna li girava Reûnîon a Fransayê ya ji bo dîtina balafira Malezyayê ya par winda bû, hat sekinandin.
Hat ragihandin ku lêgerîna li girava Reûnîon a Fransayê ya ji bo dîtina balafira Malezyayê ya par winda bû, hat sekinandin.
Hat ragihandin ku lêgerîna li girava Reûnîon a Fransayê ya ji bo dîtina balafira Malezyayê ya par winda bû, hat sekinandin. Fransa di wê baweriyê de ye ku şensê statîstîkî yê dîtina parçeyên balafira bi hejmara sefera MH370 'gelekî kêm'.
Parçeyek ji baskê balafira bi sefera MH370 a Rêyên Hewayî yên Malezyayê, ku di Adara 2014'an de piştî bi hewa ket winda bû, di dawiya meha Tîrmehê de li girava Reûnîon a Fransayê ya li Okyanusa Hînt hatibû dîtin. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Reûnîonê ve hat dayîn de hat ragihandin ku ji xebatên lêgerînê yên di 7'ê Tebaxê de hatibûn destpêkirin, ti encam nehatiye bidestxistin.
Walîtî da xuyakirin ku xebatên lêgerînê yên 10 rojan bi 2 helîkopter û keştiyekê hatine meşandin, lê belê ti parçeyê balafirê nehatiye dîtin. Hat ragihandin ku hin parçeyên din ên di dema lêgerînê de hatin dîtin, ji bo lêkolînkirinê radestî Jendermeyan hatine kirin.
Walîtiyê diyar kir ku yekîneyên ewlekariyê yên li herêmê wê ji îro û pê ve 'bêhtir baldar' bin û da zanîn ku mehyeta lêgerînan guheriye.
Li aliyê din, piştî dîtina parçeyekî baskê balafira MH370, xebatkarên şaredariyê û mirovên li peravê digeriyan dan xuyakirin ku wan şûşeyên plastîk ên bi nivîsên ji welatên Asyayê û hin parçeyên tespît nekirine bê çi ye, dîtine.