Li Sûdana Başûr, ku ji dawiya sala 2013'an û vir ve şerê navxweyî lê heye, muzakereyên ji bo bidawîkirina vî şerî bi ser nakevin. Heyeta hikûmetê ya beşdarî muzakereyên li Etiyopyayê dibe, bi hinceta 'mûxatap nedîtiye' xwe vedikişîne.
Li Sûdana Başûr ku di sala 2011'an de ji Sûdanê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir, di navbera alîgirên Serokdewlet Salva Kîîr û Alîkarê wî yê berê Rîek Machar de di dawiya sala 2013'an de şer destpê kiribû. Walî Loûîs Lobong ê beşdarî muzakereyên di 6'ê Tebaxê de li paytexta Etiyopya Addîs Adeba destpê kirin bû, da zanîn ku heta komên mûxalîf 'cihêkariya navbea xwe' ji holê rakin, wan muzakere sekinandine.
Lobong, her wiha pirsgirêka 'mûxatabiyê' ya di navbera ji lîderên mûxalîf Alîkarê berê yê Serokdewlet Rîek Machar û ji fermandarên din ên mûxalîf Peter Gadet, hincet nîşan da.
Li Sûdana Başûr ku di sala 2011'an de serxwebûna xwe ragihand, Serokdewlet Salva Kîîr di Kanûna 2013'an de alîkarê xwe Rîek Machar ji wezîfeyê girtibû û ew bi darbeya li hemberî xwe sûcdar kiribû. Tê gotin ku têkoşîna di navbera Kîîr û Machar, ji ber ku her yek ji wan ji gelekî cuda yê li welêt in, kûr bûye. Machar ji gelê Nûer, Kîîr jî ji gelê Dînka ye.
Di şerê navxweyî de ku di nava demeke kurt a sal û nîvekê de rê li ber hilweşîneke mezin vekir, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Sûdana Başûr a ji 12 mîlyon mirovî, herî kêm 2 mîlyon mirov ji ber şerê navxweyî ji cih û warên xwe bûn. Sûdana Başûr ku beriya niha di nava lepên xizaniyê de bû, bi şerê navxweyî re aboriya xwe bêhtir têk çû.