Drama penaberiyê ya li Yewnanîstanê dewam dike
Li girava Kos a Yewnanîstanê, drama bi hezaran penaberan dewam dike.
Li girava Kos a Yewnanîstanê, drama bi hezaran penaberan dewam dike.
Li girava Kos a Yewnanîstanê, drama bi hezaran penaberan dewam dike. Hat ragihandin ku keştiya ji 2 hezar 500 kesî ya ji bo giravê hat şandin, hat îdîakirin ku ne ji bo razana penaberan, ji bo kar û barên qeydkirina penaberan wê were bikaranîn.
Par tevahiya salê 41 hezar penaber hatibûn Yewnanîstanê. Lê bi tenê di meha Tîrmehê de 49 hezar penaberan xwe gihandin vî welatî. Yek ji cihên ku herikîna penaberan a hefteyên dawî lê bi awayekî zelal tê dîtin, girava Kos a cîranê peravên Tirkiyeyê ye.
Li vî bajarê ku nifûsa xwe 30 hezar e, herî kêm 7 hezar penaber lê ne. Tevî ku penaber ji bo biçin bajarên din vê derê diterikînin jî, tê payîn ev ku ev hejmar zêdetir bibe. Şaredar Yorgos Kyrîtsîs diyar kir ku her roj bi qasî 700 penaber tên giravê û li gorî texmîna wan ev hejmar di rojên pêş de dibe ku rojane 800 heta 1000 penaberan be.
BI HEZARAN PENABER LI KOLANAN RADIZÊN
Her roj bi sedan penaber berê xwe didin paytext Atînayê û ji wir jî hewl didin derbasî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin. Piraniya penaberan li vê derê serlêdana penaberiyê nakin û dixwazin şensê xwe li welatekî din ê YE biceribînin. Eger li Yewnanîstanê serlêdana penaberiyê bikin, li gorî Peymana Dûblînê biçin kîjan welatî jî, wê radestî Atînayê bên kirin.
Ji bo penaberên li giravê pirsgirêka stargehê di asteke cidî de ye. Şaredar Kyrîtsîs çend roj berê hişyariya 'eger tedbîr neyê girtin, dibe ku li Giravê xwîn birije' dabû. Bi hezaran penaber li binê konan û li derve radizên.
Di destpêka hefteyê de ji ber bûyera di navbera penaberan û polîsan de, polîsan bi çoya dest li penaberan werdabûn.
MSF: KEŞTÎ JI BO DEMEKÊ LI VIR E, EV REWŞEKE 'PÊKENÎ' YE
Ji Atînayê duh keştiya bi navê Elefterîos Venîzelos a ji 2 hezar 500 kesî ji Giravê re hat şandin. Lê belê hat ragihandin ku ev keştî ne ji bo razana penaberan ji bo bicihanîna kar û barên qeydkirinê yên penaberan wê bê bikaranîn. Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) der barê mijarê de banga 'çareseriyeke demdirêj' kir. Xebatkarê MSF Constance Theîsen got, "Eger keştî hatibe ji bo mayînê, ev baş e. Lê eger bi demkî hatibe, ev rewşeke pêkenî ye."