Hejmara kesên di teqîna li Çînê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 44'an
Hat ragihandin ku hejmara mirovên ji ber teqîna li depoya madeyên kîmyewî ya li bajarê Çîn Tîanjînê jiyana xwe ji dest dan, gihaştiye 44'an.
Hat ragihandin ku hejmara mirovên ji ber teqîna li depoya madeyên kîmyewî ya li bajarê Çîn Tîanjînê jiyana xwe ji dest dan, gihaştiye 44'an.
Li gorî agahiyên ji aliyê medya Çînê ve hatin belavkirin, li qada depoya madeyên xetere yên kîmyewî, danê sibehê destpêkê şewat derket. Ekîbên arkujiyê dest li rewşê werdan û hewl dan mirovên li derdorê ji herêmê derxînin. Lê belê di vê kêliyê de teqîneke gelekî mezin rû da.
Hat ragihandin ku di teqînê de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji van 12 arkuj in. Li gorî agahiyan, di bûyerê de 400 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku dibe hejmara miriyan zêde bibe û ji ber mezinahiya bûyerê, hejmara rastî hînê nehatiye tespîtkirin.
Hat gotin ku piştî bûyerê rayedarên kargeha depokirinê hatine binçavkirin û lêpirsîna wan dewam dike.
Rayedarekî Enstîtuya Erdhejê ya Çînê diyar kir ku şîdeta teqîna destpêkê bi qasî teqîna 3 ton TNT û şîdeta teqîna duyemîn jî bi qasî teqîna 21 ton TNT ye.
Radyoya Neteweyî ya Çînê ragihand ku li avahiyên nêzî cihê bûyerê, dîwar derizîne.