CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Armancên DYA yên avhewayê zelal dibin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku heta roja îro di têkoşîna li hemberî germahiya global de li pozîsyoneke paşmayî de bû, tê gotin ku biryar daye enerjiyên komir û gazê kêm bike. -
Hevkariya leşkerî ya Misir û DYA zêde dibe
Têkiliyên navbera Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) piştî 6 salan ji nû ve zindî dibin. Tevî rexneyên giran ên ji ber binpêkirina mafên mirovan li Serokkomar Sîsîs û rêveberiyê tê kirin jî, her dû welat wê hîn bêhtir nêzî hev bibin. -
Li Elmanyayê bi zêdebûna hejmara penaberan re alozî jî zêde dibe
Li Elmanyayê hjmara serlêdanên penaberiyê yên ji destpêka vê salê ve hatine kirin 200 hezar derbas kirin. Ji niha ve temamiya sala bihurî derbas kiriye. -
Yewnanîstan muzakereyan dewam dike; Varûfakîs bê hêvî ye
Muzakereyên di navbera Yewnanîstan û troyka ya ji YE, IMF û ECB pêk tê dewam dikin. Tê gotin ku Syrîza ji bo qonaxa destpêkê 24 mîlyar euro xwestiye. -
Di rojekê 1800 koçber gihiştin Îtalya
Ji Derya Spî di rojekê de 1800 koçber hatine Îtalya. Hin ji koçberên bi 7 keştî, bot û hwd. hatin jiyana xwe ji dest dabûn. -
Îran: Ji bo peymana nukleerê pêwîstî bi erêkirina Meclîsê nîne
Sermuzakerevan Alî Ekber Salehî bersiv da mûxafazakarên li dijî peymdana nukleerê ya Îranê li Viyanayê mor kiriye. Salehî diyar kir ku ji bo bicihhaitna peymanê pêwîstî bi erêkirina Meclîsê nîne. -
Bi hezaran Fîlîstînî û Yahûdî li dijî komkujiyan daketin kolanan
Li Îsraîlê şewitandin û qetilkirina pitikeke 18 mehî û dûre qetilkirina du ciwanan, ji aliyê gelê Fîlîstînê ve bi tundî tê şermezarkirin. -
Serokwezîra 10 salan Merkel berê xwe daye 2021'an
Angela Merkel a ku ji sala 2005'an û vir ve li Elmanyayê Serokwezaretiyê dike û di sala 2017'and e wê dema wê ya wezîfeyê biqede, tê îdîakirin ku di hilbijartinên pêş de wê bibe namzet. -
Eurobarometer: Ewropî ji ber koça zêde ji aboriyê bi 'fikar' in
Li gorî anketa Eurobarometer, Ewropî 'azadiya ger û geşta' di nava sînorên yekîtiyê de diparêzin. Lê helwesta neyînî ya li hemberî koçberan yekemcar pirsgirêkên aboriyê li dû xwe hişt. -
Di balafira li Îngilîstanê ket xwarê de malbata Bîn Ladîn hebû
Hat ragihandin ku di jeta taybet a dema dixwest li Îngilîstanê xwe deyne li ser bazareke wesayîtan ket, rêwiyên wê ferdên malbata Bîn Ladîn bûn. -
Li Bexdayê protestoya elektrîkê
Li paytexta Iraqê Bexda êvara Înê bi sedan kesên derketin kolanan qutkirina elektrîkê protesto kirin. Niştecihên bajêr ji qutkirina elektrîkê hikûmeta ji nelirêtiyê tê sûcdarkirin berpirsyar dibînin. -
Li Kolombiyayê balafira leşkerî ket: 12 mirî
Li Kolombiyayê balafireke hêzên hewayî ket xwarê û di encamê de 12 leşker mirin. -
Wezîrê Edaletê ye Elman nerazîbûn nîşanî lêpirsîna li rojnamevanan da
Li Elmanyayê, bi hinceta 'sirên dewletê' weşandin de der heqê rêveberên bloga întenetê Netzpolitik lêpirsîn hat vekirin. Lêpirsîna bi sûcdariya 'xiyaneta li welêt' hat vekirin rastî nerazîbûna Wezîrê Edaletê hat. -
Dadgeha Ûkraynayê projeya otonomiyê ya Donbassê erê kir
Dadgeha Destûra Bingehîn a Ûkranayê, projeya reformê ya hîn bêhtir mafên otonomiyê ji bo herêma Donbass a li rojhilatê welêt nas dike, erê kir. -
Penaberan li Parîsê dibistanek dagir kirin
Li paytexta Fransa Parîsê, zêdeyî sed penaberên dixwazin derfetên însanî yên stargehê ji wan re bên dayîn, çalakiya xwe ya dagirkirinê dewam dikin. -
Li blogvanên li Elmanyayê lêpirsîna 'xiyaneta li welêt'
Li Elmanyayê, bi hinceta 'sirên dewletê' weşandiye, der heqê rêveberên bloga înternetê Netzpolitik de lêpirsîn hat vekirin. Rêveberên blogê wê ji 'xiyaneta li welêt' bên darizandin. -
Ayîna bi sed hezaran heywan tên qetilkirin hat qedexekirin
Li Nepalê, ayîna her pênc salan carekê tê kirin û bi sed hezaran heywan tên qurbankirin, taliyê hat qedexekirin. Bi biryara qedexekirinê re, têkoşîna bi salan a parêzvanên mafên heywanan gihîşt encama xwe. -
Li Awûstûryayê ji bo bi hezaran penaberan cihê razanê nîne
Li kampa penaberan a li bajarokê Traîskîrchen ê Awûstûryayê, bi hezaran mirov di nava şert û mercên ne însanî de ji neçarî dimînin. -
Çad a li dijî Boko Haram şer dike careke din cezayê îdamê anî
Çad a ku cezayê îdamê beriya 6 mehan rakiribû, ji ber êrîşên terorîstên Boko Haram careke din ev ceza qanûnî kir. -
Tsîpras hewl dide bi 'mûxalefetê' bide qebûlkirin
Hikûmeta Syrîza û Serokwezîr Alexîs Tsîpras ên bi Yekîtiya Ewropa (YE) û Fona pere ya Navneteweyî re muzakereyê dikin, hewl dide desteka mûxalefeta li nava partiyê werbigire. -
Talîban serokê xwe yê nû diyar kir
Hat diyarkirin ku Talîbanan serokê xwe yê nû yê wê bikeve şûna serokê wan Mola Omer ê hat kuştin diyar kir. -
NY nerazîbûn nîşanî biryara Îsraîlê ya koloniya nû da
Biryara Îsraîlê ya ji bo avakirina qadên jîngehên nû li Şerîa Rojava û Rojhilatê Qûdisê, rastî nerazîbûna Neteweyên Yekbûyî (NY) hat. Sekreterê Giştî Ban Kî-Moon hişyarî da ku ev biryar dibe ku li pêşiya aştiyê bibe astengiyeke girîng. -
Afganîstanê piştrast kir ku lîderê Talîbanê Molla Omer mirî ye
Der barê nûçeyên li ser mirina lîderê Talîbanê Molla Omer de heta niha ji rêxistinê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Lê belê îstîxbarata Afganîstanê ev îdîa piştrast kir. -
Parçeyê li Rêûnîon hat dîtin dibe ku yê balafira Malezya be
Der barê balafira rêwiyan a Malezyayê ya di 8'ê Adara 2014'an de rabû lê careke din agahî jê nehat girtin, rewşeke nû derket holê. -
Li Nîjerê li dijî êrîşên bombeyî lixwekirina çarşev hat qedexekirin
Li başûrrojhilatê Nîjerê ku êrîşên çeteyên Boko Haram lê zêde bûne, lixwekirina çarşev ji aliyê jinan ve, hat qedexekirin. Ji bo vê qedexeyê jî weke sedem hat ragihandin ku çete kincên jinan li xwe dikin û êrîşên xwekujî dikin.