Îran: Ji bo peymana nukleerê pêwîstî bi erêkirina Meclîsê nîne

Sermuzakerevan Alî Ekber Salehî bersiv da mûxafazakarên li dijî peymdana nukleerê ya Îranê li Viyanayê mor kiriye. Salehî diyar kir ku ji bo bicihhaitna peymanê pêwîstî bi erêkirina Meclîsê nîne.

Sermuzakerevan Alî Ekber Salehî bersiv da mûxafazakarên li dijî peymdana nukleerê ya Îranê li Viyanayê mor kiriye. Salehî diyar kir ku ji bo bicihhaitna peymanê pêwîstî bi erêkirina Meclîsê nîne.

Sermuzakerevan Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salehî da xuyakirin ku ji bo peymana bi welatên endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re mor kiriye, pêwîstiya xwe bi erêkirina Meclîsê nîne. Salehî ji ajansa Îrna re peyivî û anî ziman ku ti qanûn nîne erêkirina Meclîsê li ser peymana bernameyên nukleerî ferz dike.

Li gorî peymana di encama muzakereyên bi mehan li Viyana dewam kirin de, eger pêwîstî pê hebe wê navendên leşkerî karibin werin ziyaretkirin.

Di berdêla vê peymanê de li hev hat kirin ku li gorî bicihanîna bernameya nukleerî ya Îranê, wê gav bi gav pêkanînên navneteweyî yên bi salan li ser Îranê hatine ferzkirin, werin rakirin.

Tevî dijberiya mûxafazakaran jî, lîderê olî Ayatollah Alî Hamaney, destek dabû vê peymana di encama muzakereyan de hat morkirin.