Li Nîjerê li dijî êrîşên bombeyî lixwekirina çarşev hat qedexekirin

Li başûrrojhilatê Nîjerê ku êrîşên çeteyên Boko Haram lê zêde bûne, lixwekirina çarşev ji aliyê jinan ve, hat qedexekirin. Ji bo vê qedexeyê jî weke sedem hat ragihandin ku çete kincên jinan li xwe dikin û êrîşên xwekujî dikin.

Yek ji bajarên êrîş lê zêde bûne Dîffa ye. Şaredarê vî bajarî Hankûraû Bîrî-Kassim ragihand ku heta şerê li hemberî Boko Haram dewam bike, qedexe ye jin çarşev li xwe bikin. Hat gotin ku biryar ji ber zêdebûna êrîşên xwekujî li welatên cîran Çad û Kamerûnê, hatiye wergirtin.

Ji bo vê biryarê êrîşên xwekujî yên bombeyî yên di avna 6 salan de li Nîjeryayê hatin kirin sedem hat nîşandan. Her wiha piştî saet 22'an derketina derve jî hat qedexekirin. Wekî din biryar hat dayîn ku qedexeya bikaranîna motorsîkletê ya ji meha Sibatê û vir ve di meriyetê de ye, dema wê bê dirêjkirin.

Li bajarê Dîffa û derdora wê ku li bakurrojhilatê Nîjeryayê ye, ji meha Sibatê û vir ve êrîş zêde bûn. Artêşa Nîjer ji destpêka vê salê û vir ve bi artêşên Nîjerya, Çad û Kamerûnê re li hemberî Boko Haram şer dike.

Tê zanîn ku tevî derbên giran ên di nava 7 mehên dawî de li çeteyan hatine xistin jî, çete hînê bêbandor nehatine kirin û li gelek deveran êrîşên xwe yên xwekujî û bombeyî dewam dikin.