Dadgeha Ûkraynayê projeya otonomiyê ya Donbassê erê kir
Dadgeha Destûra Bingehîn a Ûkranayê, projeya reformê ya hîn bêhtir mafên otonomiyê ji bo herêma Donbass a li rojhilatê welêt nas dike, erê kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Ûkranayê, projeya reformê ya hîn bêhtir mafên otonomiyê ji bo herêma Donbass a li rojhilatê welêt nas dike, erê kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Ûkranayê, projeya reformê ya hîn bêhtir mafên otonomiyê ji bo herêma Donbass a li rojhilatê welêt nas dike, erê kir. Bi erêbûna projeyê re hêviya ji bo bidawîbûna şerê li Donetsk û Lûhanskê, zêde bû.
Projeya reformê, ku di nav de şertên di muzakereyên li Mînskê yên bi pêşengiya Ûkrayna û Rûsyayê de li ser li hev hat kirin jî cih digire, roja 16'ê Tîrmehê ji aliyê Parlamenta Ûkraynayê ve hatibû qebûlkirin. Pêşnûmeya reformê ku hîn bêhtir otonomiyê dide herêmên Donetsk û Lûhansk ên piraniya şêniyên wê Rûs in û beşeke girîng a van herêman di destê hêzên alîgirên serxwebûnê de ye, ji aliyê Dadgeha Destûra BingehÎn ve jî hat qebûlkirin. Ev yek weke gaveke girîng tê dîtin.
Di referandûma 11'ê Gulana 2014'an de li herêmên Donetsk û Lûhanskê hat kirin, lê Kîevê nas nekir de, piraniya gelê van herêman dengê xwe ji bo serxwebûnê bi kar anîbû.
Di nava komên Rûs ên di bin navê Komara Gel de rêveberiya her du herêman xistine destê xwe û rêveberiya Ûkrayna de, ji bo çareseriya pirsgirêkê li paytexta Belarûs Mînskê muzakere hatibûn kirin. Di muzakereyên ku Rûsya jî lê amade bû de li hev hatibû kirin ku heta dawiya vê salê destûreke nû ya bingehîn were amadekirin, ji herêmên Donetsk û Lûhansk re hîn bêhtir otonomî were dayîn.
Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko, ji bo projeya otonomiyê pêşkêşî Donetsk û Lûhansk dike got, "Di dîroka komarê de Serokkomar û hikûmet cara yekemîn e di vê astê de erkek mezin radest dike."