Bi hezaran Fîlîstînî û Yahûdî li dijî komkujiyan daketin kolanan
Li Îsraîlê şewitandin û qetilkirina pitikeke 18 mehî û dûre qetilkirina du ciwanan, ji aliyê gelê Fîlîstînê ve bi tundî tê şermezarkirin.
Li Îsraîlê şewitandin û qetilkirina pitikeke 18 mehî û dûre qetilkirina du ciwanan, ji aliyê gelê Fîlîstînê ve bi tundî tê şermezarkirin.
Li Îsraîlê şewitandin û qetilkirina pitikeke 18 mehî û dûre qetilkirina du ciwanan, ji aliyê gelê Fîlîstînê ve bi tundî tê şermezarkirin. Di navbera ciwanên daketin kolanên Şerîa Rojava û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derket. Bi hezaran Îsraîlî jî li dijî 'teşwîqkirina nefretê' derketin.
Li maleke li Şerîa Rojava, di êrîşeke şêniyên Îsraîlî ya bi molotof kokteylê de pitik Alî Davabşeh ê ji 18 mehî hatibû qetilkirin, di xwepêşandanên piştre de du ciwan ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibûn qetilkirin. Di xwepêşandanên protestoyî yên piştî merasîma cenazeyê Laît Haldî yê 16 salî de, bûyer qewimîn.
Bi dehan ciwanên li kampa penaberan a Calazûn a li nêzî Ramallahê, ciwanan bi keviran dest li leşkerên Îsraîlê werdan. Leşkeran bi bombeyên çavan dişewitîne û fîşekên plastîk bersiv dan.
Li gelekı nuqteyên Şerîa Rojava yên di bin dagirkeriyê de ne, bi komên biçûk çalakî hatin lidarxistin, ku di navbera çalakvanan û leşkeran de li hin cihan pevçûn derket.
Li paytexta Îsraîl Tel Avîvê jî bi hezaran endamên partiya çep civiyan, qetilkirina pitik Davabşeh şermezar kirin û ji 'teşwîqkirina nefretê di navbera gelan' re gotin 'raweste'.
Li bajarê Nablûs ê Şerîa Rojava, pêr şêniyên Yahûdî bi molotofan êrîşî malekê kiribûn û di vê êrîşê de pitikê 18 mehî hatibû şewitandin û kuştin, bavê wî jî bi giranî birîndar bûbû. Piştî ku ev bûyer hat bihîstin Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû daxuyaniyek da û êrîş weke çalakiyeke terorîstî bi nav kiribû.
Li gorî Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê, di nava 10 salan de şêniyên Yahûdî herî kêm 11 hezar caran êrîşî gel kirine.