Afganîstanê piştrast kir ku lîderê Talîbanê Molla Omer mirî ye
Der barê nûçeyên li ser mirina lîderê Talîbanê Molla Omer de heta niha ji rêxistinê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Lê belê îstîxbarata Afganîstanê ev îdîa piştrast kir.

Lîderê Talîbanê Molla Omer ku ji sala 2001'ê dema destwerdana li Afganîstanê û vir ve bi ti awayî mesajeke wî ya bi deng û dîmen nehat weşandin, hatibû îdîakirin ku di sala 2013'an de miriye. Hatibû ragihandin ku Omer li nexweşxaneyeke bajarê Pakîstan Karaçiyê, di dema tedawiya ji ber birîna êrîşekê, miriye.
Der barê mirina Molla Omer de heta niha ji rêxistina Talîbanê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Balkêş e ku berdevkê rêxistinê heta niha negotiye ku ev îdîa derew in.
Li aliyê din rêxistina îstîxbaratê ya Afganîstanê NDS'ê bi daxuyaniyê piştrast kir ku îdîayên li ser mirina Molla Omer rast in. Serokatiya Dewletê jî danê êvarê daxuyaniyek da û diyar kir ku Molla Omer di Nîsana 2013'an de li Pakîstanê mirî ye.
Talîbanê di navbera salên 1996-2001'ê de rêveberiya Afganîstanê xistibû destê xwe û bi êrîşên 11'ê Îlonê re piştî ku koalîsyona bi pêşengiya DYA paytext Kabîl xist bin kontrola xwe, Talîbanê hêzeke girîng winda kiribû. Molla Omer lîderiya rêxistina Talîban a ku di sala 1994'an de ava kiribû, ji sala 2001'ê û pê ve dewam kiribû.