Eurobarometer: Ewropî ji ber koça zêde ji aboriyê bi 'fikar' in
Li gorî anketa Eurobarometer, Ewropî 'azadiya ger û geşta' di nava sînorên yekîtiyê de diparêzin. Lê helwesta neyînî ya li hemberî koçberan yekemcar pirsgirêkên aboriyê li dû xwe hişt.
Li gorî anketa Eurobarometer, Ewropî 'azadiya ger û geşta' di nava sînorên yekîtiyê de diparêzin. Lê helwesta neyînî ya li hemberî koçberan yekemcar pirsgirêkên aboriyê li dû xwe hişt.
Encamên anketa bi navê Eurobarometer a Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di Gulana îsal de pêk anî, hatin weşandin. Li gorî anketê, Ewropî 'azadiya ger û geşta' di nava sînorên yekîtiyê de diparêzin. Lê helwesta neyînî ya li hemberî koçberan yekemcar pirsgirêkên aboriyê li dû xwe hişt.
Li gorî encamên Eurobarometer, li 20 ji 28 welatên Yekîtiya Ewropayê pirsgirêka sereke, tevî penaberan koçber tên dîtin. Di Mijdara par de pirsgirêkên aboriyê û bêkarî 'çavkaniya gumanê' ya herî bingehîn bû. Lê herikîna koçberan a di rêza çaremîn de bû, derbasî rêza yekemîn bû.
Ji sedî 38 ê Ewropiyan pirsgirêka koçberiyê derdixînin pêş. Li gorî 6 meh beriya niha ji sedî 14 ev yek zêde bûye. Rewşa aboriyê jî bi kêmbûna ji 6 pûnan re, bi rêjeya ji sedî 27'an re çavkaniya gumanê ya bingehîn tê dîtin.
Li gorî anketê, bêkarî bi rêjeya ji sedî 24'an re di rêza sêyemîn, xerckirinên cemaweriyê bi rêjeya ji sedî 23'an re di rêza çaremîn de cih digire. Terorîzm ji bo rêjeya ji sedî 17'an ê welatiyên Yekîtiya Ewropayê çavkanya bingehîn a fikarê ye. Li gorî rêjeya Mijdara 2014'an bi 6 pûanan zêde bûye.
HERÎ ZÊDE MALTAYÎ Û ELMAN JI BER KOÇBERIYÊ BI 'FIKAR' IN
Yên ku herî zêde dibêjin koçberî çavkaniya herî girîng a fikarane, welatiyên Malta û Elmanya ne. Li Maltayê ji sedî 65, li Elmanyayê ji sedî 55 ê welatiyan, koçberiyê weke pirsgirêka sereke dibînin.
Di heman demê de bi rêjeya ji sedî 43 Îtalya û bi rêjeya ji sedî 34'an re Fransa koçberiyê ji pirsgirêkên aboriyê bêhtir bi fikar dibînin.