Li Elmanyayê bi zêdebûna hejmara penaberan re alozî jî zêde dibe

Li Elmanyayê hjmara serlêdanên penaberiyê yên ji destpêka vê salê ve hatine kirin 200 hezar derbas kirin. Ji niha ve temamiya sala bihurî derbas kiriye.

Li Elmanyayê hjmara serlêdanên penaberiyê yên ji destpêka vê salê ve hatine kirin 200 hezar derbas kirin. Ji niha ve temamiya sala bihurî derbas kiriye. Bi zêdebûna hejmara penaberan re tevî pirsgirêkên stargehê, li kampên penaberan hejmara bûyeran zêde bûn.

Hewldanên ji bo ragirtina penaberên di nava şert û mercên însanî de, bi kêr nayên. Li gorî nûçeyên di medya Elman de cih girtin, bi tenê di hefteya bihurî de li gelek kampên penaberan pevçûn derket. Li navendeke qebûlkirina penabearn a li Sûhl a eyaleta Thurîngenê, di pevçûna 80 penaberan de herî kêm 8 kes birîndar bûn. Tê gotin ku pevçûn ji ber sedemên biçûk derketiye.

Li kampa li bajarê Bonnê, di navbera kesekî ji Gîne û malbateke din a li heman cihî dimînin pevçûna bi kêrê derket, herî kêm 2 kes birîndar bûn. Hat îdîakirin ku ciwanên Gîneyî, ji ber 'êrîşî' polîsên dest li bûyerê werdan kir, bi giranî birîndar bûye.

Li bajarê Dresdenê di pevçûna navbera 100 penaberên ji Sûriye û Afganîstanê de herî kêm 8 kes birîndar bûn. Sedema pevçûnê nehat zanîn, lê ji bo destwerdana li bûyerê 80 polîs hatin şandin. Aloziya di navbera her du aliyan de bi saetan dewam kir.

Di pevçûneke hefteya bihurî ya li bajarê Trîerê ya di navbera penaberên Sûriyeyî û Arnavûtan de kesek birîndar bû. 

Tê gotin ku bi dehan caran li wargehên penaberan pevçûn rû dane û bi sedan pevçûnên ku rê li ber birîndariyê venekirine jî derketine.

Lê belê rastiya bingehîn a di navbear penaberan de rê li ber pirsgirêkan vedike, nebûna wargehên ji bo penaberan an jî tengbûna van cihan e. Hema hema temamiya van penaberan ji Rojhilata Navîn, Afrîka, Balkanan ku cihên şer in, tên.

Par zêdeyî 200 hezar penaberan serlêdan kiribûn û bi vî rengî rekora 20 salên dawî hatibû şikandin. Lê belê tê payîn ku îsal ev hejmar bigihêje 400 hezarî.