Li Elmanyayê, bi hinceta 'sirên dewletê' weşandin de der heqê rêveberên bloga întenetê Netzpolitik lêpirsîn hat vekirin. Lêpirsîna bi sûcdariya 'xiyaneta li welêt' hat vekirin rastî nerazîbûna Wezîrê Edaletê hat.
Wezîrê Edaletê yê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Heiko Maas, vekirina lêpirsînê der heqê rojnamevan Marksûs Beckedahl û Andres Meister de, rexne kir. Maas ji bo biryara dozgeriyê got, 'ez bi guman im ku biryara dozgeriyê rast e' û anî ziman ku wî nêrîna xwe ji dozger re ragihandiye.
Maas da xuyakirin ku ew nizane niyeteke Beckedahl û Meister a ji bo berjewendiyên Elmanyayê ji bo hêzên din heba bike heye yan na û anî ziman ku belgeyen ahtine weşandin, cihê pirsê ne ku zerarê dide ewlekarî yan jî berjewendiyên Dewleta Elman an na.
Wezîrê Edaletê diyar ki ku girîng e azadiya çapemeniyê were parastin û destnîşan kir ku ev bûyer nîşan dide hevsengiay di navbera azadiya çapemeniyê û parastina sira dewletê de çiqasî zehmet e.
Markûs Beckedahl û Andre Meîster yên di bloga xwe ya Netzpolitik.org de belgeyên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) weşandin, ketin ber lêpirsînê. Tevî her du rojnamevanan wê der barê 'kesên nayên zanîn' ên belgeyên dewletê dane wan de, lêpirsîn bê meşandin.
Her du rojnamevan ji ber du nivîsên di mehên Sibat û Nîsanê de li bloga xwe weşandin, ketin ber lêpirsînê. Di nivîsên fermî yên hatin weşandin de, agahiyên li ser planên BfV ên lêkolînkirna daneyên înternetê û ekîbeke ji bo vî karî di nava BfV de hatiye avakirin, hatin weşandin.