Hevkariya leşkerî ya Misir û DYA zêde dibe

Têkiliyên navbera Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) piştî 6 salan ji nû ve zindî dibin. Tevî rexneyên giran ên ji ber binpêkirina mafên mirovan li Serokkomar Sîsîs û rêveberiyê tê kirin jî, her dû welat wê hîn bêhtir nêzî hev bibin.

Têkiliyên navbera Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) piştî 6 salan ji nû ve zindî dibin. Tevî rexneyên giran ên ji ber binpêkirina mafên mirovan li Serokkomar Sîsîs û rêveberiyê tê kirin jî, her dû welat wê hîn bêhtir nêzî hev bibin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry ê ji bo tûra kurt a Rojhilata Navîn hat Kahîreyê, bi hempîşeyê xwe yê Misirî Semîh Şukrî re rûnişt. Kerry di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê de diyar kir ku têkiliya di navbera her du welatan ji dostaniyeke zelal bêhtri, 'berjewendiyên hevpar' ên di têkoşîna li hemberî terorîzmê û ewlekariya herêmî ye.

Kerry da xuyakirin ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li Misirê ew bi 'guman' in û anî ziman ku tevî vê yekê jî ew 'xweşbîn' e têkiliya di navbera her du welatan bi pêş bikeve. Kerry da zanîn ku ew amade ne desteka aboriyê bidin Misirê û bal kişand ser hevkariya li dijî terora DAIŞ'ê. 

Tevî van gotinên Kerry jî têkiliyên di navbera her du welatan de bi taybetî jî ji aliyê leşkerî ve, di demên dawî de gelekî pêşketî xuya dikin. Herî dawî di sala 2009'an de li qada ewlekariyê hevdîtin di navbera her du welatan de pêk hat û di 'têkşîna li dijî terorê' de ji nû ve dest bi xebata hevpar kirin.

Herî dawî di hefteya bihurî de 8 balafirên F-16 ên li DYA tên çêkirin, radestî Misirê hatibûn kirin.

John Kerry di çarçoveya serdana xwe de bi Serokkomar Abdûlfetah El Sîsî re jî hevdîtinek kir. Rawestgeha Kerry a pêş Qatar e.