CÎHAN
Hemû Nûçe
-
3 rojnamevanên Spanyayî li Helebê winda bûn
Hat ragihandin, ku 3 rojnamevanên Spanyayî yên li Heleb û derdora wê karê xwe dikirin, winda bûne. -
Xebatkarên sektora sewalkariyê yên Fransayê li benda hikûmetê ne
Li Fransayê ji bo krîza di sektora sewalkariyê de bê çareserkirin, çalakî pêk hatin û ev çalakî hikûmetê neçar dihêle ku gavan biavêje. -
Li YE’yê bazara berhemên sexte gihîşt asta ji sedî 10'an
Li welatên Ewropa bi zêdebûna markayên sexte re, bi deh mîlyonan euroyî bazara kelûmelên zexte ava bû. -
Li Bexdayê êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî
Li paytexta Iraq Bexdayê, ji ber êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî nêzî 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê blokaja xebatkarên çandiniyê didome
Li Fransayê pirsgirêka kesên sewalan xwedî dikin yên di krîzê de ne, rojevê diyar dike. -
YE li ser parvekirina penaberan dîsa li hev nekir
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di mijara parvekirina penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê de dîsa li hev nekirin. Tê gotin ku bi taybetî Macarîstan û Awûstûrya xwe nadin ber qebûlkirina penaberan. -
YE wê desteka aboriyê bide Tûnisê
Yekîtiya Ewropayê (YE) da xuyakirin ku ew ê alîkariyê bide pêşvebirina aboriya Tûnisê, ku ji sala 2011'an û vir ve di nava lepên krîza siyasî de ye. -
Generalê berê yê Sirp ê sûcdarê şer hat girtin
Generalekî berê yê Sirp ku tê îdiakirin di şerê Xirvat-Sirp ê navbera salên 1991-93'an de de sûcê li dijî mirovahiyê kiriye, hat girtin. -
Konê penaberan ê li Elmanyayê rastî êrîşê hat
Li Elmanyayê êrîşên nîjadperestan ên li dijî penaberan didomin. Li bajarê Halberstadtê, konê ji bo penaberan hatibû vedan, li êrîşa bi keviran rast hat. Di êrîşê de gelek wezîfedarên Xaça Sor birîndar bûn. -
Gerîlayên FARC'ê agirbest îlan kirin
FARC ji bo muzakereyên aştiyê yên li Kubayê xurt bike, agirbest îlan kir. Agirbesta ku duh saet di 00:00 de destpê kir, ji hemû yekîneyên FARC'ê re hat ragihandin û hat xwestin ku li hemberî êrîşê ti çalakî neyên lidarxistin. -
Li Gazzeyê êrîşên hevdemî yên li dijî Hamas û Cîhada Îslamî
Li Şerîda Gazze ya di bin kontrola Hamasê de ye, êrîşên guman heye ji aliyê komên Nêzî DAIŞ'ê ve tên kirin, zêde dibin. -
Di kemîneke li Cezayîrê de 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Cezayîrê di kemîna komên Îslamî yên tund a li hemberî artêşê de herî kêm 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Li hemberî Wolfgang Schaeuble nerazîbûnên Grexit
Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schaeuble, ku di muzakereyên bi Yewnanîstanê re tevî Serokwezîr Angela Merkel helwesta herî tund nîşan da, yek ji mirovên herî zêde tê rexnekirin e. -
Dozgeriya Elman bi hinceta 'delîl nîne' wê li NSA nepirse'
Hat ragihandin ku li ser mijara şopandin û guhdarîkirina li ser Serokwezîr û wezîrên Elman ji aliyê NSA ve, dozgerî wê bi hinceta 'delîl kêm in' lêpirsînê neke. -
Avakirina wargeha penaberan rastî astengiya kulûba futbolê hat
Li bajarê Elmanya Hambûrgê ku penaber bi pirsgirêkên cidî yên stargehê re rû bi rû ye, avakirina wargeheke ji konan a ji bo penaberan li astengiya kubûla Hambûrg SV rast hat. -
Li Fransayê bi deh hezaran mirovên heywanan xwedî dikin li ber îflasê ne
Li Fransayê ji ber polîtîkayên çandiniyê û hevrikiya berhemên ji derve tên kirîn, bi deh hezaran mirovên heywanan xwedî dikin, li ber topavêtinê ne. -
Desteka gel a ji bo Syrîza zêde dibe
Tevî 'paketa alîkariyê' ya ku şertên giran ên Yekîtiya Ewropa (YE) û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ên li ser gel qebûl dike, desteka gel a ji bo hikûmeta Syrîza zêde dibe. -
Li Iraqê bi wesayîta bombebarkirî komkujî: Zêdetirî 120 mirî
Li hemberî bazareke bajarê Şiiyan Han Banî Saad ê li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê bi wesayîtek bombebarkirî êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de zêdetirî 120 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Îtalyayê ji neo-faşîstan li dijî penaberan çalakî
Li dijî wargehên ku ji bo penaberên li Îtalyayê her diçe hejmara wan zêde dibin, tên amadekirin, ji aliyê şêniyên derdorê ve çalakî pêk hatin û di çalakiyan de pevçûnan rû da. Di bûyeran de gelek komên neofaşîst jî cih girt. -
Li ser rûyê Plutonê erdeke qeşagirtî û mezin hat dîtin
Wêneyên pêgera fezayê New Horizons a ji gerstêrka Pluton dîmenan digire, gihiştin cîhanê. Li ser rûyê gerstêrkê erdekî mezin ê tê texmînkirin ji heriyê û qeşagirtî ye hat keşfkirin. -
Ji bo muzakereyên avhewayê li Parîsê civîn
Amadekariyên konferansa avhewaya mezin a di meha Kanûnê de pêk tê, didomin û nûnerên bi dehan welatan di hefteya pêş de wê bên cem hev. -
Li Yewnanîstanê qebîneya nû hat aşkerakirin
Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexis Tsipras, piştî di referandûma ji bo pakêta alîkariyê ya ji welatê wî re dengên, ‘na’ hatin bikaranîn di qebîneyê de guhertin çêkir. -
Li Elmanyayê alarma pereyên sexte
Li Elmanyayê li gor daneyên Bankaya Navend pereyên sexte yên ketine piyasayê li gor sala 2014’an ji sedî 31 zêde bûne. -
Pîlotên Îngîlîz tevlî êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ’ê dibin
Li Îngiltereyê hikûmetê diyar kir ku pîlotên Îngîlîz tevlî êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê dibin. -
Li DYA êrîşa li dijî hêza deryayî: 5 mirî
Li bajarê Chattanooga yê li eyaleta Tennessee ya li başûrê DYA, di êrîşeke li dijî baregeheke perwedeyê de 3 leşkerên deryayî û polîsek mirin.