Li YE’yê bazara berhemên sexte gihîşt asta ji sedî 10'an

Li welatên Ewropa bi zêdebûna markayên sexte re, bi deh mîlyonan euroyî bazara kelûmelên zexte ava bû.

Li welatên Ewropa bi zêdebûna markayên sexte re, bi deh mîlyonan euroyî bazara kelûmelên zexte ava bû. Di sektora cil û berg, pêlav û aksesuwaran de behsa para ji sedî yek tê kirin û windahiya hêza kar jî bi sedhezaran tê îfadekirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Lihevhatina Bazara Hundir ya Yekîtiya Ewropayê (OHIM) ya li bajarê Alîcante yê Spanyayê ye, li seranserê Yekîtiya Ewropayê salane bi 26,3 mîlyon euroyî berhemên sexte tên firotin. Li gorî van, hejmara pêlav, cil û berg û aksesuwar ji sedî 9.7 berhemên zexte ne.

Li gorî rapora OHMI’ê berhemên sexte li Îtalya, Fransa û Brîtanyaya Mezin zêde ne. Îtalya bi 4,5 mîlyar euroyî di rêza pêş de ye. Spanya jî bi 4.1 mîlyar, Brîtanya bi 3.6 mîlyar, Elmanya û Fransa jî 3,5 mîlyar euroyî di rêzê de cih digirin.