CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di êrîşa li dijî gundekî Nîjerya de 31 kes mirin
Di êrîşeke li hember gundekî girêdayî eyaleta Borno ya Nîjerya 31 kes hatin kuştin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku êrîşkar kesên nêzî Boko Heram bûn. -
Li Malî 6 leşkerên NY jiyana xwe ji dest dan
Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Malî (Mînûsma) da xuyakirin ku di êrîşa milîtanên Îslamî de 6 leşkerên NY jiyana xwe ji dest dane. -
BBC wê hezar xebatkarên xwe ji kar derxîne
BBC a bi alîkariya pereyî ya dewletê weşana xwe dike, tê gotin ku ji 20 hezar xebatkarên xwe hezarî ji kar derxîne. -
Di êrîşa Boko Haram de 100 kes hatin qetilkirin
Li Nîjeryayê çeteyên Boko Haram êrîşî mizgeftê kirin û tevî zarok û ciwanan bi qasî sed kes qetil kirin. -
Qatar careke din dixwaze ji Elmanyayê Leopard-2 bikire
Qatar ku bi rola xwe ya di şerê li Sûriyeyê û binpêkirina mafên mirovan balê dikişîne ser xwe, tê gotin ku pêkane ji Elmanyayê bi dehan tankên din bikire. Qatarê di nava du salên dawî de 100 tank kirîbû. -
Li Ewropayê rojên herî germ ên salên dawî
Li gelek welatên Ewropayê germahî gihaşt asta rekorê. Germa ku li hin welatan di navbera 36-44 pileyî de ye, tê gotin ku pêkane rekora deh salên dawî bişikîne. -
'Eger DAIŞ belav bibe wê ji holê bê rakirin'
Dîroknas-Zanyara Siyasetê Galkîna bal kişand DAIŞ zilm û terorê pêk tine û got ku di heman demê de bi Îran û Tirkiyeyê re bazirganiya petrola qaçax dike. -
Li Nîvgirava Sîna û Qahîreyê nêzî 130 kes mirin
Li Nîvgirava Sîna ya Misirê di şerê roja Çarşemê yê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên dewleta Misirê de 120 kes mirin. Li Qahîreyê jî di serdegirtina polîsan a li dijî rêxistina Biratiya Misilman de jî 9 kes mirin. -
Li Fîlîpîniyan keştî binav bû: Herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Fîlîpîniyan, ji ber binavbûna keştiyekê li nêzî giravekê, herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Fosîlê marmaroka 48 mîlyon salî hat dîtin
Fosîlê marmaroka beriya niha bi 48 mîlyon salî jiyaye, hat dîtin. Ev celebê marmarok, ji aliyê bandora guherîna avhewayê li ser zindiyan, tê texmînkirin ku agahiyên girîng bide. -
Belgeyên WikiLeaks piştrast dikin ku li Merkel hatiye guhdarîkirin
Agahiyên li ser guhdarîkirina NSA li Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û gelek rêveberên Elman ên di sala 2013'an de derketin holê, bi belgeyên WikiLeaks re piştrast bûn. -
Li Misirê beriya salvegera darbeyê operasyon: 9 mirî
Têkbirina Mûhammed Mûrsî bi darbeya leşkerî re, du salên xwe diqedîne. Li Misirê alozî ji nû ve mezin dibe. -
DAIŞ’ê du jin qetil kir
Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Der Zor du jin bi fêlbaziyê sûcdar kir, serê wan jê kirin û qetil kirin. -
Kampanya 'Eger her Ewropayiyek ji bo Yewnanîstanê 3 euro bide...'
Yewnanîstan a ku ji ber deynê 1,6 mîlyar euroyî nikare bide, plana rizgarkirinê ya YE pêşkêşî referandûmê dike, ji sivîlên Ewropayî destekê dibîne. -
Obama wê bi Îranê re 'peymaneke nebaş' îmze neke
Serokê DYA Barack Obama da xuyakirin ku ew ê 'peymaneke nebaş' a gengaz a ji muzakereyên bi Îranê re derkeve holê, îmze neke. -
Li Endonezyayê balafira leşkerî ket: 113 mirî
Li Endonezyayê balafireke leşkerî ket xwarê. Di bûyerê de 113 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Afganîstanê êrîşa li dijî konvoya NATO
Li paytexta Afganîstan Kabîlê, li hemberî konvoyeke hêzên NATO êrîşekê rû da. Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Ji referandûmê 'erê' derkeve wê Tsîpras dest ji wezîfeyê berde
Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras da xuyakirin ku eger ji referandûma li ser bernameya aboriyê ya YE û IMF'ê biryara 'erê' derkeve, ew ê dest ji wezîfeyê berde. -
NY dema mîsyona li Darfûrê dirêj kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da dema mîsyona navneteweyî ya li herêma Darfûr a Sûdanê ku komkujî lê rû da, salekê dirêj bike. -
Di muzakereyên nukleerê de ji hin aliyan ve li hev hat kirin
Tê gotin ku di muzakereyên nukleerê yên di navbera Îran û welatên Rojavayî de, di serenavekî girîng de li hev hatiye kirin. -
Dadgeha Bilind îdamkirina bi Mîdazolam erê kir
Îdama bi derziya jehrî ya li DYA, tevî hemû dijderketinan jî hat erêkirin. Dadgeha Bilind îdîa kir ku li şûna derziya îdamê ya bi navê Mîdazolam, alternatîfeke 'kêmtir diêşîne' nehatiye pêşkêşkirin. -
Di 6 mehan de 150 hezar penaber gihaştin Îtalya û Yewnanîstanê
Bi hatina mehên havînê re, herikîna penaberan zêde bû. Koçberiya ber bi Îtalyayê, rekora sala bihurî şikand. -
Dozgerê Giştî yê Misrê hat kuştin
Dozgerê Giştî yê Misrê, îro di êrîşekê de jiyana xwe ji dest da. Êrîş li hember konvoya dozger têde pêk hat. DAIŞ’ê êrîş girt ser xwe. -
DAIŞ’ê di nav salekê de 3 hezar kes înfaz kir
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê di nav salekê de herî kêm 3 hezar kes qetil kiriye û ji wan jî ji nivî zêdetir jin û sivîl in. -
Li Yewnanîstanê aborî sekinî
Piştî ku hevdîtinên di mijara deynên derve yên welat ên di navbera Yekîtiya Ewropa, IMF û hikûmeta Yewnanîstanê de bê encam ma, eboriya Yewnanîstanê sekinî.