Kampanya 'Eger her Ewropayiyek ji bo Yewnanîstanê 3 euro bide...'
Yewnanîstan a ku ji ber deynê 1,6 mîlyar euroyî nikare bide, plana rizgarkirinê ya YE pêşkêşî referandûmê dike, ji sivîlên Ewropayî destekê dibîne.
Yewnanîstan a ku ji ber deynê 1,6 mîlyar euroyî nikare bide, plana rizgarkirinê ya YE pêşkêşî referandûmê dike, ji sivîlên Ewropayî destekê dibîne.
Yewnanîstan a ku ji ber deynê 1,6 mîlyar euroyî nikare bide, plana rizgarkirinê ya YE pêşkêşî referandûmê dike, ji sivîlên Ewropayî destekê dibîne. Welatiyekî Îngilîz bi kampanya di malpera Îndîegogo de da destpêkirin re, hêvîdar e ku her welatekiyeke/î Ewropayê 3 euro weke 'heqê bîrayekê' bibexşîne, wê deynê welêt bê dayîn.
Ji bo mirovên tevlî kampanyaya ji aliyê Îngilîzê bi navê Thom Feeney ê 29 salî bibe, wê li gorî bexşa kiriye, diyarî were dayîn.
Feeney ji bo kampanya xwe got, "1,6 mîlyar euro. Ev gelekî mezin xuya dike, lê belê her kes (500 mîlyon Ewropayî) 3 euro bide, ev deyn dikare bê dayîn."
Bi qasî 29 hezar 250 kes duh bi şev beşdarî kampanyayê bû û 463 hezar euro alîkarî hat berhevkirin. Serê her kesî 15 euro 80 cent hat bexişandin.
Di nava 5 rojên pêş de eger kampanya negihêje armanca xwe û 1,6 mîlyar euro neyê komkirin, wê yên alîkarî dane, pereyê wan li wan bê vegerandin.
Thom Feeney diyar kir ku bi vê kampanyayê re ew dixwaze desteka kolektîf ji bo gelê Yewnanîstanê were nîşandan.