Di 6 mehan de 150 hezar penaber gihaştin Îtalya û Yewnanîstanê
Bi hatina mehên havînê re, herikîna penaberan zêde bû. Koçberiya ber bi Îtalyayê, rekora sala bihurî şikand.
Bi hatina mehên havînê re, herikîna penaberan zêde bû. Koçberiya ber bi Îtalyayê, rekora sala bihurî şikand.
Bi hatina mehên havînê re, herikîna penaberan zêde bû. Koçberiya ber bi Îtalyayê, rekora sala bihurî şikand. Di dawiya vê hefteyê de 4 hezar 500 koçber ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên Îtalyayê ve hatin rizgarkirin. Ji destpêka salê û vir ve jî hejmara koçberên xwe gihandine vî welatî, bi qasî 70 hezar e.
Li gorî agahiyên yekîneyên peravê yên Îtalyan, di dawiya vê hefteyê û duh de ji bot û keştiyên ku ji Lîbyayê dihatin Îtalyayê nêzî 4 hezar û 400 penaber hatine rizgarkirin. Roja Yekşemê dest li 21 keştiyên penaber tê de bûn hat werdan û duh jî 1.500 penaber ji 8 keştiyan hatin rizgarkirin.
Îtalya nuqteya herî girîng a derbasbûna koça penaberan a ji bo welatên YE’yê tê dîtin. Hejmara penaberên îsal derbasî Yewnanîstanê bûn jî, gelekî zêde ye. Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) diyar kir ku di nava 6 mehên vê salê de hejmara penaberên xwe gihandine Îtalyayê 69 hezar e. Ev hejmar li Yewnanîstanê gihiştiye 80 hezarî.
Sê ji çar parên penaberên xwe gihandine Yewnanîstanê bi rêya deryayê hatine. Li aliyê din hat gotin ku hejmara penaberan li gorî yên fermî zêdetirin.
Ji serê salê û heta niha hejmara penaberên di navbera Îtalya û Lîbyayê jiyana xwe ji dest dane hezar û 800 derbas kiriye û li Yewnanîstanê 27 penaber di avê de xeniqîne.