Belgeyên WikiLeaks piştrast dikin ku li Merkel hatiye guhdarîkirin

Agahiyên li ser guhdarîkirina NSA li Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û gelek rêveberên Elman ên di sala 2013'an de derketin holê, bi belgeyên WikiLeaks re piştrast bûn.

Agahiyên li ser guhdarîkirina NSA li Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û gelek rêveberên Elman ên di sala 2013'an de derketin holê, bi belgeyên WikiLeaks re piştrast bûn.

Di rojnameya Lîberatîon a Fransayê, malpera Medîapart û rojnameya Elman Suddeutsche Zeitûngê de belgeyên WikiLeaks ên li ser Elmanya hatin weşandin. Di belgeyan de, li ser guhdarîkirina Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) li Elmanyayê, agahî tê dayîn.

Li gorî belgeyeek di Lîberatîon de cih digire, cih ji detayên hevdîtineke Angela Merkel a 11'ê Cotmeha 2011'an a bi şêwirmendeke/î xwe re tê veqetandin. Di axaftina li ser Yewnanîstanê de Merkel gumanên xwe yên li ser statejiya wergirtina baca ji herikîna pere, tîne ziman.

Tê gotin ku di heman demê de, hevdîtineke din jî ji aliyê servîsa veşartî ya Îngilîz GCHQ ve hatiye şopandin. Di belgeyên WikiLeaks derxist holê de, lîsteyek ji nûmaraya 69'an a ji wezaretên maliye, aborî, karên derve û çandiniyê yên Elman hene.

Li der guhdarîkirina NSA ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel pirs hat pirsîn, lê belê Merkel di vê der barê de ti şîrove nekir. Merkel li ser îdîayên bi heman rengî yên sala 2013'an gotibû ku pêkane bandorê li têkiliyên navneteweyî yên bi DYA re bike. 

Di belgeyên Wikileaks ên hefteya derbasbûyî hatin weşandin de derketibû holê ku NSA di navber salên 2006-2012'an de li Serokkomarên berê Jacqûes Chîrac, Nîcolas Sarkozy û li Serokkomarê niha Hollande guhdarî kiriye.