Di êrîşa Boko Haram de 100 kes hatin qetilkirin
Li Nîjeryayê çeteyên Boko Haram êrîşî mizgeftê kirin û tevî zarok û ciwanan bi qasî sed kes qetil kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, çeteyên Boko Haram êrîşî gundê Kûkawa yê li nêzî Gola Çadê kirin û bi qasî 100 kes qetil kirin. Hat ragihandin ku êrîş roja Çarşemê saet di 18:30 de heman piştî fitarê li hemberî mirovên li mizgeftan bûn, hatiye kirin.
Mirovên li herêmê diyar kirin ku di êrîşê de herî kêm 97 kesan jiyana xwe ji dest dane. Parlamenterekî herêmî jî îdîa kir ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, 48 e.
Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ'ê yên gelek zarok qetil kirin, piştî vê komkujiyê malên li gund şewitandin.
Li Nîjeryayê rêxistina Boko Haram bi îdîaya 'avakirina dewleta Îslamî' ji sala 2009'an û vir ve tevdigere û ev 2 sal in komkujiyên xwe dewam dike. Rêxistina çete ku navê xwe bi revandina bi sedan zarokên keç da bihîstin, heta niha bi sed hezaran sivîl qetil kiriye.