BBC wê hezar xebatkarên xwe ji kar derxîne
BBC a bi alîkariya pereyî ya dewletê weşana xwe dike, tê gotin ku ji 20 hezar xebatkarên xwe hezarî ji kar derxîne.
BBC a bi alîkariya pereyî ya dewletê weşana xwe dike, tê gotin ku ji 20 hezar xebatkarên xwe hezarî ji kar derxîne.
BBC a bi alîkariya pereyî ya dewletê weşana xwe dike, tê gotin ku ji 20 hezar xebatkarên xwe hezarî ji kar derxîne. Li gorî agahiyan, wê bi giranî xebatkarên li beşa îdarî ji kar bên derxistin. Ji bo derxistina ji kar jî, kêmbûna bacên TV ên dewletê sedem tê nîşandan.
Li gorî agahiyên ji aliyê Dîrektorê BBC Tony Hall ve hat dayîn, rêjeya Brîtaniyên li televîzyonê temaşe dikin, gelekî kêm dibe. Hall diyar kir ku ji sala 2011'an û vir ve hejmara malên televîzyon lê heye bi qasî mîlyonekê kêm bûye.
Kêmbûna hejmara temaşevanên televîzyonê rê li ber kêmbûna baca TV vekir, ku ev bac yek ji çavkaniyên bingehîn ên hatineyên BBC ye. Tony Hall anî ziman ku kêmbûna 1 mîlyon temaşevanan bûye sedem ku 150 mîlyon Sterlîn ji dest biçe.
Li gorî agahiyan, bi derxistina ji kar a hezar karkeran re BBC dixwaze teserûfa ji 50 mîlyon Sterlînî bike.