Li Afganîstanê êrîşa li dijî konvoya NATO
Li paytexta Afganîstan Kabîlê, li hemberî konvoyeke hêzên NATO êrîşekê rû da. Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Li paytexta Afganîstan Kabîlê, li hemberî konvoyeke hêzên NATO êrîşekê rû da. Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Karên Hundir Necîb Denîş diyar kir ku li hemberî konvoyeke ji wesayîtên leşkerên NATO'yê tê de bû, li nuqteyeke di navbera Balafirgeha Navneteweyî ya Kabîlê û Sefaretxaneya Bilind a DYA, êrîşeke xwekujî ya bombeyî pêk hat. Şahidên bûyerê dan zanîn ku di êrîşê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 'rayedarekî Rojavayî' birîndar bûye. Hat ragihandin ku herî kêm 2 wesayîtan zerar dîtine.