'Eger DAIŞ belav bibe wê ji holê bê rakirin'
Dîroknas-Zanyara Siyasetê Galkîna bal kişand DAIŞ zilm û terorê pêk tine û got ku di heman demê de bi Îran û Tirkiyeyê re bazirganiya petrola qaçax dike.
Dîroknas-Zanyara Siyasetê Galkîna bal kişand DAIŞ zilm û terorê pêk tine û got ku di heman demê de bi Îran û Tirkiyeyê re bazirganiya petrola qaçax dike.
Dîroknas-Zanyara Siyasetê Galkîna balkişand DAIŞ zilm û terorê pêk tine û got ku di heman demê de bi Îran û Tirkiyeyê re bazirganiya petrola qaçax dike.
Dîroknas-Zanyara siyasetê, doçenta Dibistana Bilind a Îktîsadê Elena Galkîna ji rojnameya Rosbalt a Rûsyayê re terora DAIŞ’ê nirxand.
'MUZAKERE NE GENGAZ IN'
Galkîna li ser pirsa, “Rewşa Rojhilata Navîn di nava xetimandinekê de ye. Li gor we rojava, wê bi ‘Dewleta Îslamê’ re muzakereyan bike yan wê şer bike?” wiha got: “Eger em îro der heqê pêkhateya nû de daxivin, ez di wê baweriyê de me muzakereya bi wan re ne gengaz e. Bi kesên ku înfazên girseyî pêk tînin re, bi rêxistineke ku li her cihî zilm û terorê dimeşîne, bawerim kes muzakereyan nake. Ew bi vê zanebûnê ber bi radîkalbûnê ve diçin.”
Der barê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kurdan de jî ev xisûs diyar kir: “Ji bo DAIŞ’ê Sûriye û Iraq, mîjara Kurd jî pirsgirêkeke sînoran e. Dema di Hezîrana 2014’an de DAIŞ’ê Mûsila ku nêzîkî xweseriyê dagir kir, Kurdan di nava çend rojan de sînorên xwe bihêz kirin, her wiha bi vê re jî neman, di heman demê de qada herî mezin a petrolê ya di cîhanê de (Qada Kerkûkê) girt destê xwe û xakên xwe firehtir kir. Peywendiya DAIŞ’ê bi Kurdên Iraqê re, rêzîkên strana navdar tîne bîra mirov: ‘Korsan rêzê dide pisîkê, pisîk jî rêzê dide korsan’ an jî ya herî rast mînaka rêzgirtina her du pisîkan ji hev re! li gel vê Kurdên Iraqê ji bo parastina xaka xwe wê alîkariyê bidin hêzên koalîsyona Rojava û artêşa Iraqê, lê xwe navêje hestiyên wan.”
Galkîna bal kişand, dewlemendiya herî mezin a Kurdên Sûriyeyê xaka wan e û wiha axivî: “Eger sînorên xwe kontrol nekin wê winda bikin. Ji ber ew sînor herêma transît e, dewlemendiya pîşesazî û petrolê nîne. DAIŞ bi Tirkiye û Îranê re bazirganiya petrola qaçax dike. Bi awayekî petrol derbasî vî welatî dibe.”