Li Malî 6 leşkerên NY jiyana xwe ji dest dan
Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Malî (Mînûsma) da xuyakirin ku di êrîşa milîtanên Îslamî de 6 leşkerên NY jiyana xwe ji dest dane.
Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Malî (Mînûsma) da xuyakirin ku di êrîşa milîtanên Îslamî de 6 leşkerên NY jiyana xwe ji dest dane.
Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Malî (Mînûsma) da xuyakirin ku di êrîşa milîtanên Îslamî de 6 leşkerên NY jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku êrîş li nêzî Tîmbûktû ya ser bi welatê Berberî Azawadê rû daye û leşkerên jiyana xwe ji dest dane ji Bûrkîna Faso ne.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, êrîş li ser rêya navbera Tîmbûktû û Gûndamê ji aliyê milîtanên El Qaîdeya Magrebê (Aqmî) ve hatiye kirin. Di êrîşê de 5 leşkerên ji Bûrkîna Faso birîndar bûn.
Li Malî piştî darbeya leşkerî ya sala 2012'an Aqmî û hin komên Berberî bakurê welêt xistibûn bin kontrola xwe. Aqmî û rêxistinên din ên Îslamî yên radîkal, piştre li dijî Berberiyan derketibûn.
Li bakurê vî welatî, di encama operasyonên ji sala 2013'an û vir ve bi desteka Fransayê tê meşandin de, yekîneyên artêşê di asteke girîng de serdest bûbûn.
Mînûsma yek ji mîsyonên herî xetere yê NY ye. Ji havîna 2013'an û vir ve ji leşkerên NY yên li herêmê wezîfedarin, bi qasî 40 jê di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.