NY dema mîsyona li Darfûrê dirêj kir

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da dema mîsyona navneteweyî ya li herêma Darfûr a Sûdanê ku komkujî lê rû da, salekê dirêj bike.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da dema mîsyona navneteweyî ya li herêma Darfûr a Sûdanê ku komkujî lê rû da, salekê dirêj bike.

Di encama dengdana li Konseya Ewlekariyê de, ji bo mîsyona bi navê Mînuad a ji aliyê NY û Yekîtiya Afrîkayê ve hatiye avakirin bi dawî bibe, biryara hîna ‘zû ye’ hat dayîn. Di biryarê de hat gotin ku hikûmeta Sûdanê biryar daye muzakereyên li ser bidawîkirina Mînuadê bidomin.

Di çarçoveya mîsyona Mînuad de 18 hezar leşker û sivîl peywirdarin.

Li Sûdanê ji salan 2003’an û vir ve di şerê li Darfûrê de 200 hezar kes hatine qetilkirin.  Serokdewlet Omer el Beşîr bi sûcdariya qirkirinê, tê darizandin.

Ji herêma Darfûr ji ber şer nêzî 2.5 mîlyon kesan cih û warên xwe terikandine. Bi tenê ji serê vê salê û vir ve 78 hezar kes koçber bûne.