DAIŞ’ê di nav salekê de 3 hezar kes înfaz kir
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê di nav salekê de herî kêm 3 hezar kes qetil kiriye û ji wan jî ji nivî zêdetir jin û sivîl in.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê di nav salekê de herî kêm 3 hezar kes qetil kiriye û ji wan jî ji nivî zêdetir jin û sivîl in.
Li gor daneyên saziyê di navbera 29’ê Hezîrana 2014 û 29’ê Hezîrana 2014’an de 3 hezar û 27 kes ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine înfazkirin. Ji wan hezar û 787 kes sivîl in û ji wan jî 74 kes zarok in.
Hat ragihandin ku nîvê ji wan ji eşîreta Sunnî Şaîtat e û di vê bîlançoyê de jî kesên rojên bihurî li Kobanê hatin qetilkirin hene.
DAIŞ’ê di nav wê pêvajoyê de 143 endamên xwe bi sûcdariyên cuda kuşt.
Di nav salekê de herî kêm 8 hezar endamên DAIŞ’ê di şer û bombardûmanan de mirin.