Li Misirê beriya salvegera darbeyê operasyon: 9 mirî
Têkbirina Mûhammed Mûrsî bi darbeya leşkerî re, du salên xwe diqedîne. Li Misirê alozî ji nû ve mezin dibe.
Têkbirina Mûhammed Mûrsî bi darbeya leşkerî re, du salên xwe diqedîne. Li Misirê alozî ji nû ve mezin dibe.
Têkbirina Mûhammed Mûrsî bi darbeya leşkerî re, du salên xwe diqedîne. Li Misirê alozî ji nû ve mezin dibe. Roja Sêşemê yek ji dozgerên navdar ê welêt hat kuştin. Duh jî di operasyona polîsan de herî kêm 9 endamên Biratiya Misilman hatin kuştin.
Polîsan ragihandin ku yên hatine kuştin milîtanên çekdar bûn. Di nava yên hatin kuştin de parlamenterekî berê jî heye.
Rêxistinê bi rêya Twitterê daxuyaniyek weşand û îdîa kir ku tevî parlamenterê berê Nasir el Nûfî 9 kes hatine înfazkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku malbata Hûfî, ji bo rakirina cenazeyê parlamenterê berê yê li banliyoya Kahîreyê hat kuştin, ketiye nava hewldanan.
Di daxuyaniya Biratiya Misilman de diyar kir ku kesên hatine kuştin, dema 'desteka' ji bo girtiyan û mehkûmên cezayê îdamê li wan hatiye birîn, dinirxandin, rastî operasyonê hatine.
Polîsê Misirê jî da xuyakirin ku operasyon li hemberî kesên der heqê wan de biryara lêgerînê hebû hatiye kirin û îdîa kir ku gule li wan hatiye reşandin.
Dibe duyemîn salvegera darbeya leşkerî ya rê li ber hilweşandina desthilatdariya Mûhammed Mûrsî vekir e. Tê texmînkirin ku li gelek bajaran çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Piştî ku di 3'ê Tîrmeha 2013'ande dawî li desthilatdariya Biratiya Misilman hat anîn, zêdeyî 1.400 kesan di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran endamên rêxistinê hatin girtin. Ji van bi sedan kes bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin.