Dadgeha Bilind îdamkirina bi Mîdazolam erê kir
Îdama bi derziya jehrî ya li DYA, tevî hemû dijderketinan jî hat erêkirin. Dadgeha Bilind îdîa kir ku li şûna derziya îdamê ya bi navê Mîdazolam, alternatîfeke 'kêmtir diêşîne' nehatiye pêşkêşkirin.
Îdama bi derziya jehrî ya li DYA, tevî hemû dijderketinan jî hat erêkirin. Dadgeha Bilind îdîa kir ku li şûna derziya îdamê ya bi navê Mîdazolam, alternatîfeke 'kêmtir diêşîne' nehatiye pêşkêşkirin.
Îdama bi derziya jehrî ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), tevî hemû dijderketinan jî hat erêkirin. Dadgeha Bilind îdîa kir ku li şûna derziya îdamê ya bi navê Mîdazolam, alternatîfeke 'kêmtir diêşîne' nehatiye pêşkêşkirin.
Sala bihurî girtiyekî bi navê Clayton Lockett bi derziya navê Mîdazolam hat înfazkirin û ev kes beriya bimire 43 deqeyan din ava êş û elemê de ma. Vê yekê li DYA’yê rê li ber nîqaşên cidî vekir. Rêxistinên mafên mirovan û parêzerên girtî, doz vekirin. Dadgeha Bilind a Federal a doz nirxand, îdia kir ku derziya Mîdazolam ji bo girtiyan ‘rîzîkoyeke şênber a ku rê li ber êşên giran vedike’ nîne.
Ji 9 dadgerên dadgehê, li ser dengên 5 hebên muhafazakar, hat gotin ku derziya Mîdazolam tercîha herî di cih de ye. Dadger Samûel Alîto ku li bin biryarê îmzeya wî heye got: "Yên doz vekirine, alternatîfeke din a ku kêmtir diêşîne, pêşkêş nekirine." Biryar dan ku ev derman di îdamê de bê bikaranîn.
Nûnera Koalîsyona Neteweyî ya li dijî Cezayê Îdamê Dîann Rust-Tîerney diyar kir ku helwesta dadgehê nayê qebûlkirin û destnîşan kir ji mirineke bi êş wêdetir tiştekî xerabtir nîne.
'MADEYÊN BERÊ NEHATINE CEREBANDIN TÊN BIKARANÎN'
Destûra Bingehîn a DYA’yê, metodên înfazê yên êşê didin û îdamê dikin, qedexe dike. Ji 50 eyaletên li DYA’yê 31 hîna cezayê darvekirinê bi kar tînin û di nava welatên Rojava de yekane welatê ku vî cezayî pêk tîne ye.
Derziya Mîdazolam li DYA’yê di înfazan de tê bikaranîn. Şîrketên Ewropayê teslîmata vê red dikin. Piştî madeya tiryakê ya bi navê Pentobarbîtal, gelek dermanên cuda tên cerebandin. Ev made piraniya wan berê nehatine cerebandin.