Obama wê bi Îranê re 'peymaneke nebaş' îmze neke

Serokê DYA Barack Obama da xuyakirin ku ew ê 'peymaneke nebaş' a gengaz a ji muzakereyên bi Îranê re derkeve holê, îmze neke.

Serokê DYA Barack Obama da xuyakirin ku ew ê 'peymaneke nebaş' a gengaz a ji muzakereyên bi Îranê re derkeve holê, îmze neke.

Tê gotin ku heyetên welatên Rojavayî û Îranê, di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) de li Viyanayê di rêya lihevkirinê de ne. Tê payîn ku Îran navendên xwe yên leşkerî ji kontrolê veke û welatên Rojavayî jî der barê pêkanînan de rewşa xetimandî ya di du serenavên girîng de, ji holê rakin.

Serokê DYA Barack Obama der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku eger peymana mijara gotinê 'nebaş be' ew ê îmze neke. Obama da xuyakirin ku pêwîstiya peymanê bi mekanîzmayeke xurt a kontrolkirina bernameya nukleerî ya Îranê heye û anî ziman ku ew hêvîdar e heyetên muzakereyê li hev bikin.

Obama got, "Ez ji destpêkê ve dibêjim eger peymaneke nebaş be, ez ê maseya muzakereyê biterikînim."