Li Ewropayê rojên herî germ ên salên dawî

Li gelek welatên Ewropayê germahî gihaşt asta rekorê. Germa ku li hin welatan di navbera 36-44 pileyî de ye, tê gotin ku pêkane rekora deh salên dawî bişikîne.

Li gelek welatên Ewropayê germahî gihaşt asta rekorê. Germa ku li hin welatan di navbera 36-44 pileyî de ye, tê gotin ku pêkane rekora deh salên dawî bişikîne.

Pêr li welatê Derya Spî Spanyayê, pileya germahiyê derket 44'an. Li Elmanyayê jî gihîşt 37 pileyî. Tê texmînkirin ku germa li Elmanyayê îro bibe 38 pile, rojên Şemî û Yekşemê bigihêje 40 pileyî.

Li Elmanyayê herî dawî di sala 2003'an de germahî gihaştibû 40 pileyî. Rekor jî di sala 1881'an de pêk hatibû, Hingî germahî 40,2 pile bû. Li gorî pisporan, dibe ku germahiya îsal rekorê bişikîne.

Welatekî din ê germahî lê zêde ye Fransa ye. Li vî welatî ku di sala 2003'an de ji ber germê bi hezaran extiyar û mirovên hewcedar jiyana xwe ji dest dan, li malên lênêrîna extiyaran tedbîr hatin zêdekirin.

Tê payîn ku germa li bajarê Bordeaûxê îro bigihêje 39 pileyî. Di serî de li paytext Parîsê wê li bajarên Bourges, Orleans, Biarritz û Troyesê germahî bigihêje 38 pileyî.

Li Spanyayê jî tê texmînkirin ku germahî di dawiya hefteyê de zêde bibe û di hefteya pêş de jî dewam bike. Tê texmînkirin ku germa li bajarên Zaragoza û Sevîlal bigihêje 42 pileyî.

Li welatên Ewropayê, germahî dema 35 pileyî derbas dike, xetere dibe. Herî dawî di sala 2003'an de ji ber pêla germahiya dijwar, piraniya wan extiyar û mirovên hewcedar, bi qasî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.