CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DAIŞ’ê li Swêdê meleyê mizgeftê tehdîd kir
Li bajarê Eskîlstuna ê Swêdê, çeteyên DAIŞ’ê di dema nimêja Înê de çûn mizgeftê û mele tehdîd kirin. -
Ji bo bankayên Yewnan wê pereyê neqît bê sekinandin
Piştî ku Yewnanîstana di nav krîza aborî de ye şertên Yekîtiya Ewropayê û IMF qebûl nekir hat ragihandin ku wê Bankaya Navend a YE piştgiriya neqît a ji bo rewşa lezgîn rawestîne. -
Krîza Falkland a di navbera Brîtanya û Arjantînê de didome
Di navbera Brîtanyaya Mezin û Arjantînê de pirsgirêka Giravên Falkland ji nû ve mezin bû. Dadgeheke li Arjantînê, xebatên petrol û gazê yên li herêma derdora gravê qedexe kir. -
Piştî komkujiyê li Fransayê mizgeft di bin çavdêriyê de ne
Li Fransayê piştî êrîşa roja Înê mizgeftên li welêt ên selefiyên radîkal di wan de hakim in di rojevê de ne. Seroka rastgir a radîkal Marine Le Pen xwest mizgeftên selefiyan bên girtin. -
Bala Yewanîstanê li ser 30’ê Hezîranê ye
Piştî muzakareyên di navbera Herêma Euro û Yewnanîstanê de bê encam man, tevayî çav li ser 30’ê Hezîranê ye. Rayedarên YE yên piştî muzakereyan daxuyanî dan gotinên, ‘Wê Yewnanîstan bi tenê neyê hiştin’ derdixin pêş. -
'Tê xwestin gelê Yewnan bê fetisandin, çepa Îspanyol bê astengkirin'
Zexta welatên herêma Euro ya li ser hikûmeta çep Syrîza ya Yewnanîstanê rastî nerazîbûna gelê Îspanyol hat. Alîgirên Pdemos ên li paytext Madrîd kom bûn gotin, ev hewldana ku tê xwestin Yewnanîstan ‘bê fetisandin’ û çepa Îspanyol bê astengkirin. -
Lêpirsîna li ser êrîşa li Fransayê dewam dike
Li Fransayê lêpirsîna li ser êrîşa li kargeheke gazê ya li bajarê Saînt Qûentîn-Fallavîe dewam dike. -
Tûrîst Tûnisê diterikînin
Piştî êrîşa li bajarê Sûsa yê Tûnisê ku di encamê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan, 36 kes jî birîndar bûn, tûrîstan dest bi terikandina vî welatî kirin. -
Tsîpras wê planên alîkariyê pêşkêşî referandûmê bike
Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras da xuyakirin ku ew dixwaze planên alîkariyê yên mijara muzakereyên îro yên li Brukselê ne, pêşkêşî referandûmê bike. -
Rûsya: Tevî krîzê jî peymana transît dikare bê dirêjkirin
Rûsyayê da xuyakirin ku peymana bi Ûkraynayê re ku di ser vî welatî re gaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re tê şandin, tevî krîzê jî dikare bê nûkirin. -
Li Tûnisê êrîşên li dijî otelên tûrîstîk: 27 mirî
Li bajarê Sûsa yê Tûnisê, di encama êrîşên li hemberî du otelên tûrîstîk de piraniya wan tûrîst 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên ewlekariyê yek ji êrîşkaran kuşt. -
Li Fransayê terora DAIŞ’ê: Herî kêm kesek miriye
Li rojavayê Fransayê li bajarê Saint-Quentin-Fallavier kesekî ala DAIŞ’ê bir fabrîqeyekê û êrîş pêk anî. Di fabrîqeyê de hilberîna gazê dihat kirin û bi teqemeniyên li ser xwe êrîş pêk anî û herî kêm kesek mir. -
Şaredarê Palermo: Ya li Derya Spî diqewime 'qirkirin' e
Rêwîtiya penaberan a bi rêya bazirganên mirovan li Derya Spî, ku ji destpêka îsal û vir ve nêzî 2 hezar penaber li herêmê jiyana xwe ji dest dan, dewam dike. -
Rûsya ji bo nûjenkirina artêşê wê 360 mîlyar euro xerc bike
Rûsya ku di demên dawî de ji ber krîza Ûkraynayê têkiliya xwe ya bi DYA û welatên NATO'yê re aloz e, ragihand ku wê di 5 salên pêş de ji bo nûjenkirina artêşê bi sedan mîlyarî euro xerc bike. -
Muzakereyên Yewnanîstanê wê sibe dewam bikin
Ji muzakereyên di navbera Herêma Euro, IMF û Yewnanîstanê de duh jî encamek peyda nebû. Muzakere ji civîna bilind a nû ya roja Şemiyê re hatin taloqkirin. -
Li Fransayê bêkarî dîsa zêde bû
Bêkariya li Fransayê her zêde dibe, Rêjeya bêkariyê di meha Gulanê de zêde bû. Bêkarî ji Gulana 2012’an heta niha di 36 mehan de 32 qat, zêde bûye. -
Greva perwerdekar û pedagogên civakî yên Elmanyayê li ber derî ye
Li Elmanyayê, di muzakereyên ji bo sererastkirina mercên xebatê û zêdekirina heqdestên bi sed hezaran perwerdekar û pedagogên civakî de, çareserî peyda nebû. -
Tê payîn Eurogroupe û Yewnanîstan li hev bikin
Ji muzakereyên di navbera Yewnanîstan û Eurogorupe ya ji wezîrên maliyeyê yên herêma Euro pêk tê, hînê encamek derneketiye holê. Hevdîtinên li ser mijarê dewam dikin û tê payîn peymanek pêşkêşî civîna îro ya Wezîrên Maliyeyê bê kirin. -
Assange: Li ser guhdarîkirinên li Fransayê 'belgeyên girîngtir' tên
Piştî ku derket holê îstîxbarata DYA, tevî Serokkomarên Fransayê li rêveberiya dewletê guhdarî kiriye, damezrînerê WîkîLeaksê Jûlîan Assange diyar kir ku ew ê 'belgeyên girîngtir' ên li ser mijarê biweşîne. -
Ericsson li Swêdê 1700 xebatkarên xwe ji kar derxist
Yekdesta telekomunîkasyonê ya Swêdê Ericsson, da diyarkirin ku 1700 xebatkar û kedkarên xwe yên li kargeh û tesîsên Swêdê de kar dikin j kar derxistiye. Her wiha cihê kar ê 400 xebatkarî jî hatiye guhertin. -
Li tunela Manşê seferên trenê taloqî îro hatin kirin
Xebatkarên deryayê yên li dijî firotina keştiyên şîrketa ew lê dixebitin derdikevin, li tunela Manşê çalakiya dagirkinê pêk anîn û trafîka rêya hesînî sekinandin. -
Senatoya Fransayê qanûna îstîxbaratê ya cihê nîqaşê qebûl kir
Li Fransayê, qanûna îstîxbaratê ya bi mehan e li ser nîqaş tê meşandin ji aliyê Senatoyê ve hat qebûlkirin. Tê payîn ku qanûn li Meclîsa Neteweyî îro pêşkêşî dengdanê were kirin. -
Podemos: Bila girtiyên ETA'yî li girtîgehên nêzî malbatên xwe bin
Lîderê hêza mûxalefeta çep a Spanyayê Podemos Pablo Îglesîas li dij derket, ku milîtanên Baskî yên li girtîgehan li cihên dûrî malbatên xwe tên ragirtin û nîqaşeke nû da destpêkirin. -
NSA’yê li Chîrac, Sarkozy û Hollande guhdarî kiriye!
Tê îdia kirin ku îstîxbarata Amerîkayê bi salan, di serî de Serokkomarên Fransayê, li gelek siyasetmedar û rayedarên dewletê guhdarî kiriye. -
Serçeteyekî DAIŞ'ê li Iraqê hat kuştin
Berdevkê Pentagonê Steve Warren da diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya 15’ê Hezîranê ji aliyê Amerîkayê ve li Mûsilê pêk hat serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin