Podemos: Bila girtiyên ETA'yî li girtîgehên nêzî malbatên xwe bin

Lîderê hêza mûxalefeta çep a Spanyayê Podemos Pablo Îglesîas li dij derket, ku milîtanên Baskî yên li girtîgehan li cihên dûrî malbatên xwe tên ragirtin û nîqaşeke nû da destpêkirin.

Lîderê hêza mûxalefeta çep a Spanyayê Podemos Pablo Îglesîas li dij derket, ku milîtanên Baskî yên li girtîgehan li cihên dûrî malbatên xwe tên ragirtin û nîqaşeke nû da destpêkirin.

Lîderê Podemos Pablo Îglesîas da xuyakirin ku bi qasî 500 endamên ETA yên li girtîgehên Spanya û Fransayê tên ragirtin, transferî navendên nêzî malbatên xwe bên kirin. Îglesîas anî ziman ku gelek ji girtiyên Baskî bi sedan kîlometre dûrî malbatên xwe ne û ji ber vê yekê jî malbat mexdûr dibin.

Daxuyaniyên Îglesîas li nerazîbûna hin komeleyên Spanyayî yên hewl didin pêşî li çareseriya pirsgirêka Baskê bigirin, rast hat. Komeleyên ku şîroveya beriya niha ya lîderê Podemosê ku ji bo pirsgirêka Baskê gotibû 'pirsgirêka siyasî ya trajîk' ji xwe re kirin hincet, dixwazin ya bi ETA re tê jiyîn bi tenê weke 'terorîzmê' bê pênasekirin.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Terorîzmê (AVT) Angeles Pedraza got, "Trajediya herî girîng a hatiye serê Spanyayê ETA ye" û li dijî vê daxwaza ji bo girtiyan derket.

Bi qasî 455 endamên ETA yên ji bo rizgariya welatê Baskê yê di navbera Spanya û Fransayê de hatiye parçekirin têdikoşe, li girtîgehan tên ragirtin. Ji van kesan 352 girtî li girtîgehên 500 kîlometre dûrî malbatên xwe tên ragirtin.

Malbatên girtiyan dixwazin zarokên wan li girtîgehên bajarên nêzî wan bên ragirtin, ku ew jî karibin bi rêk û pêk zarokên xwe ziyaret bikin.