'Tê xwestin gelê Yewnan bê fetisandin, çepa Îspanyol bê astengkirin'

Zexta welatên herêma Euro ya li ser hikûmeta çep Syrîza ya Yewnanîstanê rastî nerazîbûna gelê Îspanyol hat. Alîgirên Pdemos ên li paytext Madrîd kom bûn gotin, ev hewldana ku tê xwestin Yewnanîstan ‘bê fetisandin’ û çepa Îspanyol bê astengkirin.

Serokê Podemos Pablo Iglesias jî di nav wan de bi sedan kes li paytext Madrîd mîtînga piştgiriya bi Yewnanîstanê re li dar xistin.

Serokê Podemos Iglesîas biryara referandûma 5’ê Tîrmehê ya Serokwezîrê hikûmeta Syriza Aleksis Tsipras silav kir û diyar kir ku Herêma Euro û polîtîkayên IMF ‘gelê Yewnan biçûk dixe’.

Iglesîas di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li hember Yewnanîstanê û wiha axivî: “Hin welatên Ewropayê bi fetisandina Yewnanîstan û ‘dersdayîna’ çepa Îspanyol re dixwazin her cure alternatîfan asteng bikin.”