Yekdesta telekomunîkasyonê ya Swêdê Ericsson, da diyarkirin ku 1700 xebatkar û kedkarên xwe yên li kargeh û tesîsên Swêdê de kar dikin j kar derxistiye. Her wiha cihê kar ê 400 xebatkarî jî hatiye guhertin.
Ericsson, di destpêka meha Adarê de dabû diyarkirin ku wê dawî li karê 2100 xebatkarên xwe bîne. Ericsson vê sibehê li Swêdê teblîx da 2100 kesî ku dawî li karê wan anîne. Lê hate diyarkirin ku ji van 400 kes wê sewqî kargeh û şaxên din ên girêdayî şîrketê bikin.
Ji kar avêtinê herî zêde xebatkarên Ericssonê yên li bajarê Katarineholmê bandor dibin. Bi girtina kargehê re wê 400 karker û memûr bê kar bimînin.