Piştî komkujiyê li Fransayê mizgeft di bin çavdêriyê de ne
Li Fransayê piştî êrîşa roja Înê mizgeftên li welêt ên selefiyên radîkal di wan de hakim in di rojevê de ne. Seroka rastgir a radîkal Marine Le Pen xwest mizgeftên selefiyan bên girtin.

Roja Înê li departmana Isêre, kesê bi navê Yasîn Salhî yê di fabrîkayeke gazê de dixebitî serê patronê xwe Hervê Cornara jê kir. Salhî bi kamyoneke ku bi dest xist jî dema dixwest li hember unîteyên gazê êrîşan pêk bîne hat girtin.
Li gor medyaya Fransa Yasîn Salhî piştî serê patronê xwe Hervê Cornara jê dike wêneyê xwe bi rêya Whatsapp parve dike.
LE PEN: BILA MIFGEFTÊN SELEFIYAN BÊN GIRTIN
Li gel vê Seroka Ebiya Neteweyî (FN) Marîne Le Pen a partiya wê di salên dawî de di gelek hilbijartinan de dibe yekemîn xwest mizgeftên selefiyan ên li welêt bên girtin. Le Pen a li bajarê Perpîgnan axivî got, divê ji Schengen derkevin û Îslamgirên Radîkal ji welêt bên derxistin.
Le Pen diyar kir ku pêwîst e mizgeftên ku hejmara wan 2 hezar û 500 e timî bên kontrolkirin û mizgeftên ku Îslamgirên radîkal di wan de hakim in bên girtin.