Ji muzakereyên di navbera Yewnanîstan û Eurogorupe ya ji wezîrên maliyeyê yên herêma Euro pêk tê, hînê encamek derneketiye holê. Hevdîtinên li ser mijarê dewam dikin û tê payîn peymanek pêşkêşî civîna îro ya Wezîrên Maliyeyê bê kirin.
Muzakereyên li ser dayîna deynên Yewnanîstanê heta dawiya vê mehê yên ji bo Bankaya Navendî ya Ewropayê (ECB) û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), dewam dikin. Endamên Eurogroupe wê li gorî encamên ji hevdîtinên di navbera heyetan de derkeve, saet di 13'an de bicive. Tê payîn ku metna peymaneke nû pêşkêşî vê civînê were kirin.
Alîkarê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Valdîs Dombrovskîs duh êvarê daxuyaniyek dabû û gotibû: "Muzakereyên di navbera saziyên YE û otorîterên Yewnan de didomin. Tê payîn ku danê sibehê lihevkirinek çêbibe."
Di çarçoveya ‘pakêta rizgarkirinê de’ ya 2013’an ji aliyê YE û IMF’ê ve hat pêşkirinê de, hat gotin ku Yewnanîstan a ku deyndarê IMF û ECB’ê ye wê heta 30’ê Hezîranê 7 mîlyar Euro deynê xwe bide. YE û IMF ji bo deng bên dayîn dixwaze polîtîkayên teserûfê bê berdewamkirin.