Bala Yewanîstanê li ser 30’ê Hezîranê ye

Piştî muzakareyên di navbera Herêma Euro û Yewnanîstanê de bê encam man, tevayî çav li ser 30’ê Hezîranê ye. Rayedarên YE yên piştî muzakereyan daxuyanî dan gotinên, ‘Wê Yewnanîstan bi tenê neyê hiştin’ derdixin pêş.

Di civîna Wezîrên Maliyeyê (Euroropupe) a di 10 rojên dawî de 5 caran tê lidarxistin ti encam nehatin wergirtin. Daxwaza hikûmeta Yewnanîstanê ya dirêjkirina bernameya alîkariyê ya heyî ji aliyê Eurogroupe ve hat redkirin. Wezîrê Maliyeyê Yanîs Varufakîs civîn terk kiribû.

Hikûmeta di serokwezîrtiya Aleksis Tsipras de diyar kiribû ku wê plana alîkariyê ya ji aliyê Eurogroupe û IMF’ê ve hatibû pêşkêşkirin 5’ê Tîrmehê bibe referandûmê.

Serokê demê yê Eurogroupe Jeroen Djisselbloem piştî civîna duh got, ji bo hin hevdîtinên din deriyê wan ji Yewnanîstanê re vekiriye. Djisselbloem biryara referandûmê ya Tsipras rexne kir û diyar kir ku ji bo parastina ‘îstîqrara’ Herêma Euro bi biryar in.

Djisselbloem diyar kiribû ku IMF û Bankaya Navend a Ewropa amade ye ‘alîkariya teknîk’ bide sîstema bankavaniyê ya Yewnan.