Muzakereyên Yewnanîstanê wê sibe dewam bikin
Ji muzakereyên di navbera Herêma Euro, IMF û Yewnanîstanê de duh jî encamek peyda nebû. Muzakere ji civîna bilind a nû ya roja Şemiyê re hatin taloqkirin.

Li ser 'Pakêta Rizgarkirinê' ya Eurogroupe ya ji wezîrên maliyeyê yên Herêma Euro pêk tê û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) pêşkêşî Yewnanîstanê bike, li hev nehat kirin. Rayedarekî diyar kir ku ji bo nirxandina mijara Yewnanîstanê wê roja Şemiyê civîneke nû ya bilind were lidarxistin.
Li aliyê din Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel da xuyakirin ku pêwîste di mijara Yewnanîstanê de heta Duşemê roja vebûna bazarên fînansê, lihevkirinek derkeve holê. Ev gotin nîşan didin ku zextên 'dewlet wê îflas bike' yên li hikûmeta Syrîza tên kirin, 'şantaj' in û Yekîtiya Ewropa wê kêliya dawî de li zemîneke lihevkirinê bigere.