Senatoya Fransayê qanûna îstîxbaratê ya cihê nîqaşê qebûl kir
Li Fransayê, qanûna îstîxbaratê ya bi mehan e li ser nîqaş tê meşandin ji aliyê Senatoyê ve hat qebûlkirin. Tê payîn ku qanûn li Meclîsa Neteweyî îro pêşkêşî dengdanê were kirin.

Qanûna ji aliyê hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) ve hat amadekirin, bi dengên partiya mûxalefeta bingehîn Komarger (Républicains) û partiya rastgir a navendî Yekîtiya Demokratên Serbixwe (UDI) ve hat qebûlkirin. Di dengdayînê de parlamenterên komunîst û ekolojîst dengê dijber bikar anîn. Senatorên din ên çep jî bê alî man.
Qanûna nû ya îstîxbaratê ku bi armanca 'têkoşîneke baştir a li dijî terorîzmê' hat nûkirin, ji ber ku derfetên guhdarîkirin û şopandina giştî dide, rê li ber fikaran vedike. Li gorî xaleke di qanûnê de cih digire, biyaniyên bi awayekî demkî tên Fransayê, dikare li wan bê guhdarîkirin. Lê belê ev xal ji aliyê komîsyona hevpar ve dûre hatibû rakirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bernard Cazeneuve dabû xuyakirin ku ew ne alîgirê xala li ser guhdarîkirina biyaniyan e.